Rizgariya Minbicê nêz e

Şervanên di Operasyona Fermandar Şehîd Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de cih digirin gotin, rizgariya Minbicê nêz e.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dan xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê serî li taktîkên nû didin, lê ev taktîk ji aliyê hêzên wan ve hatiye pûçkirin.

Ji şervanên pêngava rizgarkirina Minbicê Feysel Minbic û Yoûsuf Hemûde ji ANF'ê re axivîn.

CIHÊ MINBICÊ GELEKÎ STRATEJÎK E

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Feysel Minbic diyar kir, Minbic mozaîka gelan e û da zanîn, Minbic li ser rêyên bazirganiyê yên navbera Iraq û Sûriyeyê ye, lewma xwedî cihekî stratejîk e.

Feysel Minbic da zanîn, ew ji aliyê bendava Tişrînê û ji eniya Qereqozaxê bi 2 baskan ber bi Minbicê ve dimeşin û hedefên li pêşiya xwe yek bi yek rizgar dikin. Feysel Minbic diyar kir, berxwedan li navenda bajêr û derdora wê, wê her tiştî diyar bike.

ÇETE HEWL DIDIN BIREVIN

Şervanekî din ê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Yoûsûf Hemûde jî ragihand, di çarçoveya pêngava wan a di 1'ê Hezîranê de destpê kirin, gelek girên stratejîk, gund, gundik û rêyên girîng ketine bin kontrola wan.

Hemûde anî ziman, li gundên hatine rizgarkirin gelek çete hatine kuştin, bi dehan birîndar bûne û da zanîn, çeteyê DAIŞ'ê derbên giran xwarine, ketine nava panîkê lewma hewl didin birevin.

EM Ê BIBIN BERSIV JI DAXWAZA AZADÎ, EDALET Û WEKHEVIYÊ YA GELAN

Yoûsûf Hemûde ragihand, Minbic mozaîka gelan e, beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê û beriya dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê, Çerkes, Kurd, Ereb û Tirkmen lê dijiyan, lê belê ev hemû hem ji aliyê rejîma Baas ve hem jî ji aliyê komên çete yên weke DAIŞ'ê ve hatin helandin.

Hemûde anî ziman, weke pêkhateyên Meclîsa leşkerî ya Minbicê ew heta roja îro ti carî li ser bingeha nîjadperestiyê nêzî gelan û herêman nebûne û diyar kir, ew ê bibin bersiv ji daxwaza azadî, edalet û wekheviyê ya gelan.

Hemûde da xuyakirin, ku ew ê li her cihî li çeteyên DAIŞ'ê bixin, Sûriyeyeke demokratîk ava bikin û jiyana azad diyarî gelên Sûriyeyê bikin.