Riya di navbera Şemzînan û Rûbarokê hate vekirin

Riya di navbera Şemzînan û Rûbarokê hate vekirin

Riya di navbera Şemzînan û Rûbarokê ku ji roja 24'ê Tîrmehê û pê de ji ber operasyon û pêvçûnên ku li herêmê diqewimîn girtîbû, hate vekirin.

Hate zanîn ku, li navçeya Şemzînana Colemêrgê tevgera hewayî ku di 24'ê Tîrmehê di çarçoveya operasyonê de destpê kiribû û duh bê navber balafirên şer herêma pêvçûnê bombebaran kiribûn, di roja 5'emîn de bi dawî bû. Riya di navbera Şemzînan û Rûbarokê ku ji ber operasyon û pêvçûnan hatibû girtin, ji nû ve ji trafîkê re hate vekirin.