Rêxistinên kedê, li cihê komkujiyê lêkolîn kirin

Rêxistinên kedê li Navenda Çandê ya Amara ya komkujî pêk hat daxuyanî dan û wiha bang li Serokkomar Erdogan kirin: "Piştgiriya xwe ji çeteyên DAIŞ'ê yên ciwanên bi pêlîstokan hatin qetilkirin bikşîne. Di sergoya dîrokî de yên weke te gelek hene."

Rêxistinên kedê li Navenda Çandê ya Amara ya komkujî pêk hat daxuyanî dan çapemeniyê û wiha bang li Serokkomar Erdogan kirin: "Piştgiriya xwe ji çeteyên DAIŞ'ê yên ciwanên bi pêlîstokan hatin qetilkirin bikşîne. Di sergoya dîrokî de yên weke te gelek hene."

11 rêxistinên kedê yên di nav de DÎSK, KESK, TTB hene hatin navçeya Pirsûsê ya RIhayê û li cihê komkujî pêk hat lêkolîn kirin. Piştre li ser navê saziyan Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziya Kose daxuyanî xwend û wiha got: "Hişmendiyan tehemûl nîşanî ciwanên bi pêlîstokan û çanteyên xwe yên piştê ji bo avakirina Kobanê hatin, ew qetil kirin."

Kose anî ziman ku AKP çeteyên DAIŞ'ê yên ji xwînê têrnabin xwedî dike û kesên sivîl qetil dikin û wiha axivî: "Elbet dê li ser axa bi xwînê hat avdan dê gulên sor jîn bibin." Kose wiha bang li Serokomar Erdogan kir: "Piştgiriya xwe ji çeteyên DAIŞ'ê yên ciwanên bi lîstokan hatin qetilkirin bikşîne. Di sergoya dîrokî de yên weke te gelek hene. Dê di dawiyê de aştî qezenc bike."

'DEST JI PIŞTEVANIYA DAIŞ'Ê BERDE'

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko jî diyar kir ku di lêkolînên li sînorê Pirsûsê kirin de gel giliyên nîva şevê bi trenan alîkariya çekan ji çeteyên DAIŞ'ê re dikin guhdar kirin û ligel ev aşkera kirin tu encama bi dest nexistin û wiha axivî: "Li Reyhanliyê di bin navê alîkariyê de bi TIR'an çek şandin û hêj hesaba van nedaye. Êdî gelê vir naxwaze xwînê bibîne. Zarokên Şengalê tecawizên dîtin vedibêjin. Bavên wan li ber çavê wan kuştin. Helbet dê hesabê ji Erdogan bipirsin. Gel ji ber ku nexwast xwînê bibîne deng da HDP'ê lê mixabin AKP gule li biratî û aştiyê da."

Serokê TTB'ê Beyazit Îlhan jî diyar kir ku di cihanê de komkujiyekî wisa tuneye û wiha got: "Peywira me ya herî însanî ew e ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên wisa têkoşîn kirin e."