Rewşa Temeşê ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin girane

Rewşa Temeşê ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin girane

Murat Temeşê ku 3 roj berê li navçeya Geverê ji aliyê polîsan ve bi bombeya gazê bi giranî birîndar bû û 2 rojin li Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê tê dermankirin hêj talûke ji ser xwe neavêtiye.

3 roj berê karkerê înşaetê Murat Temeşê 33 salî di mudaxeleya polîsan ya li dijî girseya tevlî merasîma cenazeyê gêrîlaya HPG'ê Ferdane Kina (Şerda Gever) de bi bombeya gazê ji çavê xwe birîndar bû, bi korbûnêre rû bi rûye. Temeş ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê piştre ji ber ku rewşa wî giran bû sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê kirin.

Temeş di serwîsa cerahiya mejî de tê dermankirin û rewşa wî girane. Temeşê ku ji çavê xwe yê rastê û serê xwe bi giran birîndar bû hêj talûke ji ser xwe navêtiye. Temeş ku karkerê înşaatê ye û bavê 3 zarokane hêj di bin kontrolê de ye û di hestiyê serê wî de şikestin çêbûye.

Hate zanîn ku doktor difikirin îro çavê Temeş emeliyat bikin.