Rewşa Nisêbîna 'di dorê de ye'
Li Nisêbînê ku bi mehan e dor lê hatiye girtin, hindik maye careke din derketina derve lê bê qedexekirin. Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala çend roj berê işareta 'dora Nisêbînê ye' dabû. Em li Nisêbînê ne.
Li Nisêbînê ku bi mehan e dor lê hatiye girtin, hindik maye careke din derketina derve lê bê qedexekirin. Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala çend roj berê işareta 'dora Nisêbînê ye' dabû. Em li Nisêbînê ne.
Li Nisêbînê ku bi mehan e dor lê hatiye girtin, hindik maye careke din derketina derve lê bê qedexekirin.
Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala çend roj berê işareta 'dora Nisêbînê ye' dabû. Em li Nisêbînê ne.
Li navçeya ku beriya niha gelek caran derketina derve lê hatibû qedexekirin, rê û kolan bi mirovan tijî ne. Jiyana rojane dewam dike. Lê belê tim û tim maşînên zirxî bi lezeke zêde ji rêya navîn derbas dibin. Di her kêliyê de dikare li mirovekî yan jî wesayîtekê bikeve. Li ser TOMA'yan 'Oktay' tê nivîsandin. Em hîn dibin ku ev yek navê komîserekî polîsan ê li Nisêbînê hatiye kuştin e.
Rawesteha me ya destpêkê li navçeyê Şaredariya Nisêbînê ye.
Hevşaredara Sara Kaya ku piştî ragiahndina xwerêveberiyê hat binçavkirin û dûre hat berdan, lê belê bi îtiraza dozger re hat girtin û paşê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat girtin, 8 mehên dawî yên navçeyê ji me re vegot.
Ji bo Kaya ne rast e ku mirov bêjin 'hevseroka berê'. Ji ber ku dema em bi hev re derketin derve, rastiya me dît ev bû: Sara Kaya weke 'hevşaredara gel' li ser karê xwe ye.
Li Nisêbînê taxên Firat, Newroz, Yenîşehîr, Dîcle, Kişla, Zeynel Abîdîn dorpêçkirî ne. Temamiya navçeyê ev 8 meh in dorpêçkirî ye.
Di her kêliyê de dikarin derketina derve qedexe bikin.
Qedexeyê hînê destpê nekiribe jî, kuştina mirovan didome. Rojek beriya serdana me Dilşa Ak a 59 salî bi guleya li serî ketî hat kuştin. Walîtiya Mêrdînê ji bo vê bûyerê got, 'qezayeke teknîkî' ye. Şevek berê jî gule li mala midûrê zabita hat reşandin.
Di destpêkê de em li taxa Kişla dûre jî li taxa Firatê geriyan. Li her du taxan jî bend û xendek hene. Li hin kolanan ji bo parastina ji sekvanan, perde hatine kişandin.
Ji bo jiyaneke bê dewlet, kolanên bi perde.
Ji rêya bingehîn em dikevin nava taxan. Kaya bi taybetî hişyariyê dide me: 'Ji qiraxê bimeşin, hûn di hedefa sekvanan de ne."
Yek li cem me avahiyek li taxa pêşberî me nîşan dide û dibêje "Di dorpêçiya beriya niha de sekvan li vê avahiyê bûn."
Dipirsim: "Niha li wir sekvan hene?"
Mîna ku bêje "nizanim".
Kaya û endamên meclîsa şaredariyê yên bi me re li nava taxan digerin, xebatên xwe yên di dema pêvajoya ragihandina xwerêveberiyê de li navçeyê kirî, vegotin. Li gorî vê yekê meclîsa gel û meclîsa jinê ku bingeha xwerêveberiyê ne, hatin avakirin. Lê belê ji ber êrîşên giran ên dewletê ev rêxistinbûyîn herdemî nebû. Lê bi israr hewl didin meclîsan bidin xebitandin.
Li navçeyê, ji bo zemîn ji tevlîbûna jinan li nava hilberîna civakî re bê afirandin, qada 'Jiyana Bêsînor" hatiye avakirin.
Ev der cihekî bazarê ye. Lê belê Hevşaredar Sara Kaya ji ber ku vê gotinê weke têgîneke ekonomiya kapîtalîst dibîne li dij derket û navê 'qada jiyana bêsînor' lê kir.
Li vê herêma li ser sînorê Qamişlo ye, 32 dikan hatine amadekirin. Armanc ev e: jin wê berhemên karê xwe yê çandiniyê yê li gundan bînin li vê derê bifiroşin û bibin xwedî hatineyekê.
Gotina 'jiyana bêsînor' jî işaretê bi sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de dike.
Kaya got, "Dema rojekê ev têl, kûleyê leşkeriyê û mayîn ji navbera me bên rakirin, wê hingî jiyaneke bê sînor pêkan be."
'Qada jiyana bê sînor' a ji bo jinan hatiye amadekirin, ji ber qedexeyan nekariye bê vekirin.
Mîna projeya gula spî û kompleksa ciwanan.
Projeya gula spî balkêş e. Li herêmên ji mayînan bên paqijkirin wê jin gulên spî biçînin û hatineyên ji firotina van gulan, wê aboriya xwe ava bikin.
Dirûşma vî karî jî; ne mayîn gul, ne mirin jiyan e.
Lê belê şer pêşî li vê jî girt.
Dema em li nava her du taxan digerin Kaya jin û zarokên li ber deriyê malên xwe hatin qetilkirin bibîr dixîne û dibêje, "Mirov naxwazin malên xwe, taxên xwe biterikînin. Lê belê hedefgirtina jin û zarokan gel dixe nava fikaran."
Em dibin mêvanê malekê. Ji mutbexê bêhna kek tê. Yek ji jinên li malê dibêje, "Me ji bo ciwanên xwe kek çêkirin."
"Ciwanên me" YPS'yî ne.
Xwediyên malê dibêjin ew ê bi ti cihî ve neçin.
Yek jê dibêje, "Mîna ku Serok Apo dibêje; em xwe hînî jiyana di nava şer de dikin."
Sohbet dewam dike. Yek dibêje, "Me wêneyên xwe jî amade kir ku piştî em hatin kuştin, bên weşandin."
Min ev yek weke henekê fêm kir.
Dûre min dît ku cidî ne. Her kesî wêneyek kişandiye ku di dema cenazeyê xwe de bê vekirin. Ev wêne ne wêneyên dawetê yan jî destgiriyê ne, wêneyên cenazeyan e.
Ez şoq dibim. Vaye şer ev e!
Car carna dengê çekan tê. Hewl didim fêm bikim bê ji kîjan alî hatiye; ji dûr an jî nêz! Vediciniqim.
Ji min nayê ku wêneyên jinan bikişînim. Ji ber ku dizanim bi her wêneyekî re dikarin bibin hedef û dikarin bê kuştin.
Em bi Hevşaredara Gel Sara Kaya re derdikevin. Vê carê em ê YPS'yiyan bibînin.
Dema li nava kolanan digerim, taxên Cûdî, Nûr û Yafes ên Cizîrê tê pêş çavên min.
Li Cizîrê çend roj beriya qedexeya derketina derve ay 12'ê Kanûnê kolan bi mirovan tijî bûn.
Wan rojan min gotibû, "Cizîr bi xendekên xwe re dijî, li Cizîrê jiyan heye."
Lê belê hêzên çekdar ên dewletê ew jiyan ji dest girtin, Cizîr ser û bin kirin.
Niha di bin tava zivistanê de taxên Nisêbînê bi xendekênxwe re dijîn.
Heta dewlet bê!