Rewşa dawî ya Bakurê Minbicê

Yek ji armancên operasyonê, dorpêçkirina bajarê Minbicê ye. Gihaştina hev a her du baskên bingehîn ên operasyonê, rê li ber destpêkirina pêvajoyeke nû vedike. DAIŞ li bajêr tengav bûye, hemû derî lê hatine girtin.

Operasyona Rizgarkirina Minbicê gihaştiye asta dorpêçkirina tevahiya bajêr.

Operasyonê deh roj li dû xwe hişt. Rewşa herî nebaş e di vê demê de li aliyê hêzên operasyonê ve qewimî; ji destdayîna Ebû Leyla bû, ku li refên herî pêş ê şer cih digirt. 

Yek ji armancên operasyonê, dorpêçkirina bajarê Minbicê ye. Gihaştina hev a her du baskên bingehîn ên operasyonê, rê li ber destpêkirina pêvajoyeke nû vedike. 

Rêyên bajarê Minbicê yên ber bi cîhana derve ve, ji aliyê hêzên operasyonê ve hatine kontrolkirin. Êdî ne rêya Cerablûsê, ne ya Babê ne jî ya Helebê li çeteyên DAIŞ'ê vekirî ne. Rêya Kobanê ji xwe di operasyonên beriya niha de bi temamî hatibû girtin. DAIŞ li bajêr tengav bûye, hemû derî lê hatine girtin. Her kes meraq dike bê ji niha û pê ve wê çi biqewime.

Operasyona Ebû Leyla ku dor li bajarê Minbicê girtiye, herêmeke ji 350 kîlometreçargoşeyî jî rizgar kiriye. Herêmek ji qiraxa Çemê Firatê heta sînorê Cerablûsê yê li bakurê Minbicê, ketiye bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD'ê. Hêzên operasyonê yên ji du baskên bingehîn ve ketin nava tevgerê, xwe gihandine herêmên ji xwe re kiribûn armanc.

Du armancên girîng ên operasyona ji eniyên Tişrîn û Qereqozaxê destpê kirin, hebûn; ya yekemîn paqijkirina herêmê ji DAIŞ'ê, ya duyemîn jî parastina sivîlan ji şer. Di vê çarçoveyê de, beriya operasyonê hişyariyên pêwîst hatin kirin û bi operasyonên bi şevê hewl hat dayîn sivîl ji herêmên di bin kontrola DAIŞ'ê de ne, bên derxistin. Piştî ku herêm ji çeteyan hat paqijkirin, gel ji nû ve li cih û warên xwe vegeriyan.

Li herêmên ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin, niha jiyaneke nû tê avakirin. Hem li eniya başûr, hem jî li eniya bakur, şervanên operasyonê û gel di nava hev de dijîn. Xuya ye yên herî zêde ev rewş pejirandine, zarok in. Zarokên ku şervanên operasyonê û wesayîtên wan dibînin, bi nîşaneya serketinê wan silav dikin.

Şervanên eniya Qereqozaxê ku baskê duyemîn ê operasyonê ye, hedefên xwe yek bi yek kontrol kirin. Hêzên ku ji bakurrojhilatê bajêr destpê kirin, li herêma bakur û rojhilat bi pêş de çûn, xwe gihandin rêya ber bi Bab û Helebê û li ser rêya Tişrînê hev dîtin. Vî baskê operasyonê jî, ewlekariya gelê li vê herêmê dijî, misoger kiriye.

Gelê li vir jî jiyana xwe bi rengekî nû dewam dike. Kesek ne dest li kincê wan, ne jî baweriya wan werdide. Şêniyên herêmê dibêjin, DAIŞ'ê ew neçar dihişt kincê reş li xwe bikin û balê dikişînin ser pirsgirêka xwarinê.

Li gundên bakurrojhilatê bajêr jî gel û hêzên operasyonê bi hev re dijîn. Gundî zeviyên xwe av didin û pezên xwe diçêrînin. Her wiha ji bo peydakirina avê, bîrên avê ji nû ve kontrol dikin.

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê, ku bi gel re ne, armanca xwe ya bingehîn û sereke, demek ji ya din zûtir rizgarkirina bajarê Minbicê ye.