Desteya Karên Hundir a Cizîrê ya ser bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê da xuyairin, ku Deriyê Sînor ê Sêmalka ji aliyê wan ve nehatiye girtin û di rewşa heyî de ji aliylê Rojava ve vekiriye.
Daxuyaniya Desteya Karên Hindir wiha ye:
"Di 16’ê Adara 2016’an de, bi ragihandina Projeya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê re hemwext û ji ber sedemên ku nehatin zanîn, PDK'ê deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê girtin. Girtina derî weke şantajekê li hember Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat bikaranîn. Bi rêya wê gelê me bi hemû pêkhateyên xwe di demeke ku em bi salane di rewşa ambargoyê de ne ji aliyê sîstemên despot û rêxistinên terorîst ji aliyekê ve û ji aliyekî din ve hikûmeta PDK ve hat cezakirin. Me ji wan texmîn dikir ku helwesteke cuda di vê dema dîrokî ya ku em bi terorê re şer dikin û pêdiviya me bi yekîtiya kurdan heye de, derbikeve.
Bi munasebeta meha Remezana pîroz, şert û mercên zehmet ên jiyanê ku gelê me dijî û ji bo parastina berjewendiyên gelê xwe ku em li ser hemû tiştan re dibînin, em ji gelê xwe re radigihînin ku eger birayên me yên aliyê din dixwazin vî derî yî bi heman şêwaza ku girtin vekin, dikarin vekin. Lê belê deriyê Sêmalka ji aliyê me ve her vekirî bû. Em hêvî dikin ku careke din derî nekeve nav rojevên siyasî. Der barê vê yekê de ti hevpeyman di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Partî Demokratî a Kurdistan de tine ne."