Rêveberiya Barzanî komkujî şermezar nekir

Serokatiya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê, ji şermezarkirina Tirkiyeyê xwe dûr girt xwest bomberdûmana li hember sivîlan dubare nebe. Di daxuyaniyê de ji PKK’ê hat xwestin ku şer ji herêma Kurdistanê dûr bigire.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: “Em vê bomberdûmana ku welatiyên herêma Kurdistanê şehîd ketine şermezar dikin. Em ji Tirkiyeyê dazwaz dikin ku bomberdûmana deverên sivîlan dubare nebin. Di şehîdkirina sivîlên herêma Kurdistanê de ti tişt nikare weke hincet bê nîşandan.”

Di dewama daxuyaniyê de ji balkişandina li ser êrîşên dewleta Tirk li hember herêma Kurdistanê wêdetir ji êrîşên mijara gotinê ku PKK berpirsyar hat dîtin wiha hat gotin, “Pêwîst e PKK qadên lê şer dike ji herêma Kurdistanê dûr bigire. Divê gelê herêmê ji vî şerî û van nakokiyan re nebin qurban.”

Balafirên şer ên artêşa Tirk ji 24’ê Tîrmehê ve Herêmên Parastinê yên Medya yên dikevin nav sînorê herêma Kurdistanê bombe dikin. Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû di daxuyaniya xwe ya 25’ê Tîrmehê de gotibû ku der heqê êrîşên li hember Herêmên Parastinê yên Medya de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî agahdar kirine û Barzanî piştgirî daye operasyonan.