Rêveberên Tevgera Goran: Divê gelê Kurd li dijî êrîşên AKP'ê rabe ser piyan

Rêveberê Tevgera Goran êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurd û Kurdistanê şermezar kirin û bang li gelê Kurd kirin ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşên AKP'ê rabe ser piyan.

Rêveberê Tevgera Goran êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurd û Kurdistanê şermezar kirin û  bang li gelê Kurd kirin ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşên AKP'ê rabe ser piyan.

Rêveberên Tevgera Goran, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurd û Kurdistanê ji ANF'ê re nirxandin. Berpirsyarê Giştî yê Tevgera Goran ê Kelarê Mihemed Evdilrehman got, "Bi navê encumena qezaya me, ez wan pratîkên AKP û Erdogan ê çepel û kurdkuj şermezar dikim. Bang li serkirdiyê siyasî yê Kurd dikim ku bi destê hevdu bigirin, alîkarî bidin hev. Ji ber ku tişta fersend dide wan ev valatiya serkirdayetiya gelê Kurd e. Ev valatî û qelsî dike ku malê me, malbatê me di nav xwînê de bihêlin. Pêwîste Germiyan ji her kesî zêdetir li hember erîşên dijminê Kurd derbikeve.'' 

Yek ji berpirsyarên Tevgaer Goran Merivan Rehîm jî balkişand ser alîkarên hikûmeta AKP'ê yên weke PDK'ê û got: "Ez di destpêkê de yên ku ji AKP'ê re dibin destek, alîkar şermezar û lanet dikim. Bangawaziya min ji xelkê Kurdistan jî ew e ku ew rêxistinên ku li gel Tirkî û Îranê ne şermezar bikin. Pêwîste gelê me li hember xwefiroşan rabe ser lingan. Kî ji ber berjewendiyên xizbê xwe Kurdistanê bifiroşe, xelkê xwe ji bo petrolê bifiroşe, pêwîste ji gel bersivek tund bigire."

Berpirsyarê Ragihandê Hîwa Rûstem jî  bombardimana li ser Qendîlê bi tundî şermezar kir û got: "Ev karê ku dewleta Tirk dike li dijî mirovati ye û qirêj e. Li dijî prensîbên mafên mirov û demokrasiyê ye. Bi destdirajiya Tirkan xelkê me tê kuştin, zarok, jin derbeder dibin. Ji bo wê jî bangawaziya min li hemû hêzên navneteweyî û civakên demokrat ew e ku li hember vî karî derbikevin û pêşiya Tirkiyeyê bigirin."

Soran Bekîr û Mûna Xerîb jî ev karê hikûmeta AKP'ê zor faşîstane û wehşiyane dîtin û gotin, "Li gor me di ragihandinê de şopandî di bombebaranê dewleta Tirkan de qederek jin, zarok jiyana xwe ji dest dane. Bi wehşiyana Kurd, kurdistan hatiye bombebaran kirin. Ew proseya aştî li Tirkiyeyê dimeşiya tiştekî baş bû. Li gor min ev bombebaran ne qebûlkirina encamê hilbijartinan bû. Tirk bêguman nikarin Kurdan qebul nekin û wan qir bikin. Ji ber ku kurd li wir heye dengê xwe heye parlementerê xwe heye. Rol û giraniya xwe heye bi topbaranê serketin nabe."

...