Rêveberê DBP'a Sêrtê Aşkara hat girtin
Rêvebere Navçeya Navendî ya DBP'a Sêrtê Mehmet Aşkara duh hatibû binçavkirin û ji hêla dadgehê ve hat girtin.
Rêvebere Navçeya Navendî ya DBP'a Sêrtê Mehmet Aşkara duh hatibû binçavkirin û ji hêla dadgehê ve hat girtin.
Li Sêrtê duh di serdagirina malê de rêveberê DBP'a Navçeya Navendî Mehmet Aşkara hatibû binçavkirin û ew biribûn Midûriyeta Polîsan a Bajêr. Piştî karûbarên li midûriyetê, ew sewqî edliyeyê kirin. Aşkara yê ku li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin, bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" sewqî dadgehê hat kirin û li dadgehê hat girtin.
Aşkara şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.