Rêveberê BDP'a Geverê Tamur jiyana xwe ji dest da

Rêveberê BDP'a Geverê Tamur jiyana xwe ji dest da

Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Şahabettîn Tamur yê ku demek berê ji Girtîgeha Tîpa H ya Erziromê tahliye bibû li Nexweşxaneyea Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Şahabettîn Tamur yê ku di adar 2011'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hate girtin û ji ber nexweşiya pençeşêrê di 13'yê kanuna 2012'an de serbest hate berdan jiyana xwe ji dest da. Tamur piştî ji girtîgehê derket li Zanîngeha Stenbol û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê dihate dermankirin. Tamûr îro li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku cenazeyê Tamur dê li navçeya Geverê ya Colemêrgê bê definkirin.