Hefteya borî li Amedê Umut Aydinê AKP’yî di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Malbata Aydin diyar kir ku zarokê wan ji aliyê rêveberekî AKP’î ew daye kuştin. Malbatê da zanîn ku ji ber ku kurê wan nelêrêtiya AKP’ê, qirêjiyên wan tespît kirine û bi maîlê ji Navenda Giştî ya AKP’ê û polîsan re şandiye rastî gefan hatiye. Malbatê diyar ku zarokên wan ewil lêdan xwariye û pişt re jÎ haitye kuştin. Hate hînbûn ku kesên ji kuştinê berpirsyar tê dîtîn, serokê AKP Baglarê Erdal Eren e.
Li navçeya Kayapinar a Amedê di 18’ê Gulanê de êvarê Umut Aydinê AKP’î hate kuştin. Malbata Aydin diyar ku berpsirê mirina kurê wan rêveberê AKP’ê ye.
Birayê Umut Aydin, Kadîr Aydin diyar ku birayê wî bûye qurbana nelêrêtî û rasta AKP a Amedê û got birayê wî ji bo ev buyer dernekeve kuştine. Kadîr Aydin îdia kir ku birayê wî ji aliyê rêveberekî parityê hatiye kuştin. Aydin wiha pê de çû: “ Birayê min der barê serokÊ AKP a navçeyê de gelek tiştên qirêj tespît kiribû. Ev tespît her tim ji Navenda Giştî ya AKP’ê re dişand. Di 18’ê sibatê sibatê de serokên navçeyê çek dabû serê birayê min û gef lêxwaribû. Çêr kiribû. Birayê min ev yek jimin re got. Ez li Amedê najîm. Min di telefonê de ji dayika xwe re got. Pişt re birayê min ji dayika min re dibêje ku me pirsgirêk hel kiriye. Birayê min roja din bi telefonê li min geriya û got; bê şeref tu nehatî, xelqê li birayê te da û birin malê. Tu bihata ev nekarîbûn bikirana. Dîsa 15, 20 rojên din şûn de li nêzî Batikentê li birayê min xistibûn. Min ev îfada xwe da polîsan jî. Lê tu kes der barê cinayetê de tiştekî nabêje. Her tişt li holê ye. Kujer diyarin. Lê destên mêrik pir dirêj in. Kes tevli wî nabe.”
Malbata ku nexwest nav bide lê navê ku ji polîsan re ragîhandine rêveberê AKP’ê û srokê AKP Baglarê Erdal Erene.
NE PKK’Ê KURÊ MIN KUŞT
Bavê Aydin, Mehmet Siddik Aydin ( 59)jî diyar kir ku di salên 90’î de dema ku kesî nekarîbû tiştek bikira wan ji tîmên taybet re malzeme dibirin. Aydin wiha got: “Kurê min bû qurbana cinayeta siyasî. PKK’ê kurê min nekuşt. Dibêjin ku li pişt stuyê kurê min xistine. Derew e. 30 santîmî nêzî kurê min û berê wî bi wî de bû. 4 gulle berdanê. Dibêjin PKK’ê lê daye. Ev ne rast e. Şaredar Osman Baydemîr hate şîna me. Ev eleqeya Baydemîr em hemû kêfxwş kirin. Parlamenterên AKP’ê jî ji bo ku ne şerm be hatin şînê.
NE DILDAR BÛ XEBATKARÊ PARTIYÊ BÛ
Xwişka Aydin Çîgdem Yildiz jî wiha got: “ bila xwîna birayê min li erdê nemîne. Ez ji serokwezîr alîkariyê dixwaizm. Xwişa wî ya 28 salî Sevgî Yoldaş jî got ku rayedarên AKP’ê pitşî birayê min hate kuştin xwedî lê derneketin. Yoldaş da zanîn ku birayê wî 2,5 bû li wir dixebitî û got dê kî hesabê vê bide.”
Piştî kuştina Aydin di serî serokê AKP’a Amedê Halîl Advan û nûnerên partiyê gotibûnku Aydin wekî dildar di partiyê de dixebitî.