Resûl Katar: Têkiliya min bi kuştina Kiliç re nîne

Resûl Katar: Têkiliya min bi kuştina Kiliç re nîne

Resûl Katar ê ku weke berpirsê kuştina Alîkarê Serokê AKP’ya Şirnexê Alî Kiliç tê dîtin got; “Tu têkiliya min bi kuştina Alî Kiliç re tune ye.

Alîkarê Serokê AKP’y Şirnexê Alî Kiliç di 17’ê gulanê de di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin. piştî bûyerê wêneyên Resul Katar hatibûn belavkirin û Katar bi vê kuştinê hat tawanbarkirin.

ANF’ê xwe gihand Resûl Katar ê ku li Başûrê Kurdistanê ye. Katar diyar kir ku tu têkiliya wî bi kuştina Kiliç re tune ye.

Katar diyar kir ku ew ji ber zextên dadgehê reviyaye Başûrê Kurdistanê û got; “Dixwazin bi vê bûyerê zextê li malbat û derdora min bikin û nakokiyê têxin nava gelê me. Ez bi xwe neçar mam birevim Başûr. Mirovek qaçax çawa dikare tiştek wiha bike. Ev yek jî hesabeke navxweyî yê AKP’ê ye.