Rejîma Îranê li ser sînor ciwanek din jî qetil kir

Rejîma Îranê li ser sînor ciwanek din jî qetil kir

Leşkerên rejîma Îranê li ser xeta sînor a Urmiyeyê gule li komek kasibkar û qaçaxçiyan reşand û di encamê de ciwanê Kurd ê 22 salî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, leşkerên rejîma Îranê li devera Tirgever a Urmiyeyê gule li komek qaçaxçiyên Kurd reşand û di encamê de ciwanê Kurd ê bi nave Saleh Cebraîl ê 22 salî jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku leşkerên Îranê dest danîn ser tiştkên wan.

Herî dawî di 6’ê tebaxê, saet di 5’ê de artêşa Tirk li ser sînor zarokek din qetil kir. Wêneyê ku hovîtiya kuştina Veysî Demîr ê 13 salî ku li gundê Sitiyakutê yê Ebexa Wanê li ser sînor ji aliyê leşkerên tirk ve pêk hat nîşan dide derket holê. Di wêne de hate dîtin ku Veysî Demir piştî li pey xwe hatiye kaşirin tev gomlekê xwe yê spî ê bi xwîn hatiye definkirin. Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ev wêne weşand.

JI DESTPÊKA 2012 VE HERÎ KÊM 21 KES

Li gorî tomarên ANF’ê, ji serê sala 2012 ve herî kêm 20 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin. Tevî Saleh Cebraîl, ev hejmar gihişt 21’ê

DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN

Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.

DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ

Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.