Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kir

Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kir

Hat ragihandin ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê di 21’ê gulanê de 3 girtiyên Kurd ku du ji wan ji Ciwanro û yê din ji Sineyê bi dar ve kir.

Hate zanîn ku rejîma Îranê du girtiyên kurd, îro danê sibê, li Girtîgeha Navendî ya Sineyê hatin darvekirin. Hate diyarkirin ku navê her du girtiyên Kurd Girtiyên bi navên Wirya û Sabir ên ku paşnavên wan nehatin zanîn û ji bajarê Ciwanroyê ne.

Her wiha hat diyarkirin ku girtiyê Kurd ê bi navê Hîwa Hewes Mihemed ê ji Sineyê li girtîgeha Dizilebad a Kirmanşanê hat darvekirin.

Herî dawî, di 16-17’ê gulanê de 26 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin. Li gorî daneyan, rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji serê salê ve herî kêm 250 kes bi dar vekiriye. Îran di warê darvekirina mirovan de piştî Çînê, di cîhanê de welatê yekemîn e.