Nîqaşên biryara qedexekirina mitînga 14'yê berdewam dike. Li gorî rapora Komeleya Mafên mirovan di navbera salên 2009 û 2012'an de hezar û 190 xwepêşendan û civîn hatin betalkirin û li hemberî wan çalakiyan mûdaxale pêk hatin.
Nîqaşên qedexekirina mitînga bi dirûşima; "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" 14'yê Tîrmehê li Amedê dê bê lidarxistin berdewam dike. Di van rojên ku qedexekirina çalakiyan dîsa di rojevê de ye Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê li ser çalakî û xwepêşendanên hatine qedexekirin raporek amade kir. Li gorî raporê di 3 sal û nîvan de hezar û 190 xwepêşendan û civîn hatin qedexekirin û mûdaxalekirin. Di raporê de hat gotin; "Di sala 2010'an de hejmara xwepêşendanên rastî mûdaxaleyan hatine 221'in, hejmara xwepêşendan û civînên hatine qedexekirin 15 ne. Di sala 2011'an de jî hejmara xwepêşendan û civînên ku rastî mûdaxaleyê hatine 494, hejmara xwepêşendanên hatine qedexekirin û taloqkirin 80 ne." Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2012'an de jî hejmara xwepêşendan û civînên rastî mûdaxaleyê hatine 73 ne û hejmara xwepêşendanên hatine qedexekirin û taloqkirin jî wekî 66 hat destnîşankirin.
Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî qedexekirina mitîngê xeter dît û got; "3 sal in dewlet hewl dide ku bi qedexeyan pêşiya mûxalefeta civakî bigire. Lewma di mûdaxaleyên xwe de hêzeke bê pîvan bikar tîne. Mitînga ku Kongreya Civaka Demokratîk û BDP dê lidar bixe zagonî ye. Ev mitîng lêgerîna maf e. Dibe ku qedexekirin xetereyên mezin derxîne holê.