Rejîm û DAIŞ êrîşî kurdan dikin

Hêzên rejîma Sûriyeyê 20 welatiyên kurd ên bajaroka Til Eran bi hiceta danûstandina wan bi YPG’ê re heye girtin. Çeteyên DAIŞ’ê jî bajarokê topbaran dikin.

Hêzên rejîma Sûriyeyê di vê dema dawiyê de li ser welatiyên kurd ên li Til Eranê zextê dike. Hate hinbûn ku hêzên rejîmê li bajarokê bi hinceta ku danustendinên wan bi YPG’ê re hene, dest bi girtina kurdan kiriye. Li gorî agahiyan hêzên rejîmê 20 welatiyên kurd girtine û heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin. Hate ragihandin ku hêzên rejîmê di navbera Til Hasil û Til Eran de û li rojavayê Til Eran 2 bend jî danîne, bi zorê bace ji kurdan digire, malên malbatên kurd ên neçar dimînin koçber bibin jî didizin.

ÊRÎŞÊN ÇETEYAN DİDOMİN

Li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê yên li depoyên genim ên bakurê Til Eran dimînin jî, topbarankirina bajarokê didomînin û sivîlan hedef digirin.

Kiryarên rejîmê û dorpêçkirina bajarokê, ji 2’ê Mijdara 2015’an ve dewam dikin.

Welatiyên herêmê diyar kir ku rejîm bi van kiryarên xwe hewl dide ku nakokiyê bixe navbera pêkhateyên ereb û kurd. Şêniyên bajar ev kiryarên rejîmê weke hevpeymaneke di navbera rejîm û çeteyên DAIŞ’ê de bi nav kirin.