'Rêber Apo çarenûsa ku dijmin li ser gelê me ferz dikir, guhert'
Endama Akademiya Ş. Şîlan Baqî ya wêjeyê Nûgiyan Derya, der barê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de ji ANF'ê re axivî.
Endama Akademiya Ş. Şîlan Baqî ya wêjeyê Nûgiyan Derya, der barê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de ji ANF'ê re axivî.
Endama Akademiya Ş. Şîlan Baqî ya wêjeyê Nûgiyan Derya, der barê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de ji ANF'ê re axivî.
Derya di serê axaftina xwe de komplo şermezar kir û got; "Bi boneya salvegera 17. a komploya 9'ê Cotmehê, komplogeran bi tundî şermezar û lanet dikim. Bêguman fêmkirina vê komployê hem ji bona tevgera azadiyê hem jî ji bona gelê kurd di têgihiştian polîtîkayên îroyîn de, xaleke sereke ye. Fêm kirina vê komployê bi serê xwe waneyeke pir girîng e, ji ber ku mirov nikare ji komployên din qut binirxînin. Misogere ku gelek kesan cihê xwe di nava vê lîstikê de girtin e. Ev jî dide nîşandan ku armancên wê jî bi qasî kesên ku cihê xwe di pêkanîna wê de girtiye gelek in. Di heman demê de girêdana wê bi dîroka kevnar a gelê kurd ve heye."
Derya diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd der barê komployê de dibêje; "Ez di ferqa vê komployê de bûm lê sedema ku ez bi vê dolabê ve hatin pêçan ew bû ku min xwest hinek tiştan pêk bînim" û ev nirxandin kir: "Em jî bi van ve girêdayî dikarin wiha binirxînin; di encama gihiştina hişmendiya nîjadperestiyê de û li ser esasa netewe dewletan şekil girtinek li Rojhilata Navîn heye. Li ser wê esasê girtina rewşa kurdan dest û di nav wê pergala ku dixwazin ava bikin de em dibînin ku cihek ji bona Kurdan heye, lê eger em werin bipirsin cihekî çawa em ê bibînin ku her dem kurd weke qartekî bi karanînê hatiye bi kar anîn.
DERKETINA PKK'Ê Û RÊBER APO WEKE SERHILDANEKÊ YE
Derketina PKK û derketina Rêber Apo weke serhildanek û neqabûlkirinek li hember wan e. Ji ber ku dijmin her dem bîrdozî, fikir, felsefe û têkoşîna dijwar a bi salane PKK dide meşandin bi taybet pîştî salên 1989 an de weke xeteriyekê li ser pergala xwe dît. Ji ber wê jî komplo ji van rastiyan ne qut e. Yek ji sedemên ku hişt komplo di vê demê de were li darxistin jî ew e ku piştî salên 1970'î li ser esasê bîrdoziya rizgariya neteweyî, li Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Apo ve têkoşîn hate destpêkirin û dîrokê di wir de şahidî ji serhildana kurdan kir. Ya din jî ew bû ku Rêbertî salên 1998'an weke salên fînalê dinirxand, her wiha ev sal di dîroka tevgera jin de jî demeke xwedî giringiyek mezin e. Ji ber ku ew saleke wiha bû ku xeta têkoşînê hîn bêhtir şênber bû. Di van salan de bîrdoziya azadiya jin hate îlan kirin, her wiha biryara partîbûna jin tê girtin.
Weke em jî dizanin koletiya heyî 5000 sal xwe li ser esasê koletiya jin saz kiriye. Ji ber ku koletiya jin bûye bingeha hemû koletiya civakê. Pergalê jî ev weke çekekê bi hêz bi kar anî . Lê heya salên 1998'an têkoşîna me gihişte asteke wiha ku êdî vê çekê ji destê pergalê digire û hêza xwe dike çekek ku ew jî wê li hember pergalê bikar bîne. Ev jî dihêle ku xetek derkeve holê, ev jî mirov dikare di şexsê tevgera jin de hîn şênbertir bibîne. Ev hemû jî di pêşengtiya Rêber Apo de tê lidarxistin. Lê li hemberî van destketiyan êrîşên pir dijwar jî hene. Ji ber ku ger em di dîrokê de berê xwe bidin hemû serhildanên Kurdan em ê bibînin ku rêbaza çareserkirina Kurd her dem bi awayekî hatiye esas girtin. Li cihekî ku zilm û zorî li gelê Kurd tê meşandin gel serî radike û li hember wê derdikeve lê hêzên serdest her em bi rêya pêkanîna tevkujiyan her wiha di aliyê civakî de polîtîkayên înkar û îmhayê ve xwestine wê çirûskê bitefînin beriya ku bibe agirek geş. Yên mayî jî ji xwe bi rêya bişaftin û asîmîlasyonê dîrok û rastiya wan bi wan didin ji bîrkirin. Bi vê awayî serê pirsgirêkê dibirin.
'RÊBER APO ÇARENÛSA KU DIJMINL I SER GELÊ KURD FERZ DIKIR GUHERT'
Tevgera PKK bi taybet bi pêşengtiya Rêber Apo ve ev çarenûsa ku dijmin li ser gelê kurd ferz dikir guhert. Rêbertî dibêje ku; 'Ji bûyina qurbanekî qederê zêdetir min xwest ez hinek tiştan bikim.' Tiştê Rêbertiya me dike ew bû ku hişt Kurdê ku bi destê pergalên desthiladar ve weke qertekê li hember hevdu dihate bikaranîn, derxist û ew qert ji destê wan derxist. Li hember wê Kurdekî ku ji bo rûmet, çand, ziman û civaka xwe têdikoşe, her wiha kurdekî ku xwedî vîn e û li ser esasê avakirina yekîtiya neteweyî li hemberî hêzên serdest li ber xwe bide da afirandin û hêza wî derxiste holê.
Ji xwe esasa êrîşan jî ew e ku li hember hêzên wan ên desthiladar serhildana Kurdan, tevgera Kurd ne weke serhildanên beriya xwe ye. Vê carê ji carên din cûdatir vîneke mezin derdixe holê her kes jî vê rastiyê baş dinase ku tevgera me tevgerek Serokatiyê ye. Ji ber ku di dîroka têkoşîna me de piştî destpêkirina şerê çekdarî û şûn ve, bi alîkariya NATO'yê, Îsraîlê û hêzên nav dewletî her wiha hêzên noker yên herêmî û Kurd bi xwe jî pir caran bi êrîşên gelek dijwar ve ser tevgera me de û li tevahiya Kurdistanê hate meşandin. Mirov dikare bêje şerekî bê hempa dihate meşandin. Li hember van êrîşan berxwedaneke bê hempa hate raber kirin. Ji ber di kesayeta Kurd a nû de hêza bîrdozî hate avakirin.
Li ser wan bingehan tevgera Azadiya Kurd ji milê hinek hêzan ve hate şopandin. Heta hinekan xwestin bikşînin bi milê xwe ve û hinek hêzan xwest li ser xeta nîjadperestiya kevneşopiya PKK bigire dest lê di vir de cewaziya PKK, her wiha ferq û hêza ku PKK di civaka Kurd de dide afirandin hate dîtin. Hemû êrîş jî li ser wê esasê bûn. Lê ruxmî hemû êrîşan PKK ti caran têkveneçû, berovajî vê berxwedaneke bêhempa hem di qada civakî de hem jî di milê leşkerî, siyasî û diplomasî de hate meşandin. Ji ber ku dijmin jî rola sereke û esasî ya rêbertî agahdar bû ji ber wê jî destpêkê xwest êrîşên xwe arasteyî afrînerê vê têkoşînê bikin. Xwestin bi rêya hedef girtina Rêberê me ve tevgera PKK destpêkê tesfiye bikin. Her wiha armanca wan ew bû ku di şexsê rêbertî de asta avabûna vîna azad ya di civaka Kurd de hatiye avakirin, hedef bigrin û têk bibin. Bi taybet jî berê çekên xwe dan îdeolojiya rizgariya jin. Di heman demê de armanc kirin ku ew Kurdê mîtînger û weke qert tê bikaranîn, êdî di her milî de were bikaranîn.
Ji ber wê jî mirov dikare bêje 9 Cotmehê li ser pêşeroja gelê kurd, tevgera Azadiya Gelê Kurd her wiha li ser azadiya gelê Kurd êrîşekî mezin û navneteweyî ye. Tevî ku êrîşekî ku ji milê gelek hêzan ve hate plankirin û pêkanîn. Armanca wan a din jî ji van êrîşan ew e ku bikaribin xefka nîjadperestiyê li hember gelan ji nû de vede. Ev xefk jî ew e ku wê karibin bi rêya komployê derbeyekê li Rêbertî bidin, di encamê de jî wê bikaribin Gelê Kurd û Gelê Tirk bînin hember hevdu û li ser bingeha nîjadperestiyê li Rojhilata Navîn di navbera Kurd û Tirkan de şerekî pir dijwar bidin destpêkirin. Lê her kes dizane ku em weke tevgera Azadiya Gelê Kurd li hember gelan şer nakin. Berovajî, em li hemberî serdestî, zordestî û zilmê şer dikin. Her wiha em li hember rêveberiyên ku hewil didin gelan di xefka nîjadperestiyê de dîl bigirin û wan bifetisînin, wan tine bikin. Ji ber wê jî stratejiya xwe hemû li anîna gelan a li hemberî hevdu barkirin.
Bêguman ev êrîş jî xwedî kevnbûneke dîrokî ne. Mînaka herî zindî jî di salên 1950'î û şûn de jî di navbera Îsraîl û Tirkiyê de li ser mijara kurd hinek li hevkirin û hevdîtin têne çêkirin. Di milekî de jî Îsraîl di mijara Kuran de rolekî mezin dide xwe hewil dide di Rojhilata Navîn de di warê Kurdan de mafê gotinê be, bi rêya tevgera me ev nêrîn ji holê hate rakirin.
ÎSRAÎLÊ HIŞMENDIYA KOMPLOWARIYÊ DI ROJHILATA NAVÎN DE REWA KIR
Ez di vir de dixwazim nimûneya salên 1992 an de bidim ku mînakeke pir berçave. Pêşengtiya vê jî dîsa Îsraîl kir her wiha bi rêya NATO, Amerîka û hêzên Kurd ên weke PDK dîsa êrîşên dijwar li ser tevgera me û gelê Kurd bi gîştî pêk hat. Ev jî bi serê xwe mirov dikare weke komployekî binirxîne. Ji xwe weke tê zanîn yê ku hişmendiya komplowarî di Rojhilata Navîn de rewa dike Îsraîl e. Di vir de jî mirov dikare rola MOSSAD'ê bi awayekî pir eşkere bibîne. Tevî ku Yewnanîstan û Rûsya jî bi pareke mezin cihê xwe di nava wan pêk anîn an ji digrin. Hêzên desthiladar pilanên xwe yên li ser Rojhilata Navîn ewlekariya van pilanan pêkanîn girêdayî van tine kirin û tesfiye kirina tevgera Azadiya Gelê Kurd her dem kirin armanca xwe ya sereke û wisa girtin dest. Ji ber wê jî destpêkê afrînerê vê bîrdoziyê hedef girtin, ji ber ku beriya wê jî pir hewildan ku tevgera me têk bibin lê her dem, li her derê neçar mane êrîşên xwe paş ve bikşînin. Komplo jî li ser van hîman pêk hat.
Rêbertî di hevdîtineke xwe di sala 2001 an de dibêje piştî girtina Rêbertî di civaka Kurd de asta hêviya ji bo azadî û rizgariyê rastî hinek bandorên neyênî hatin. Ji ber ku gelek kes bi dil xemgînî nêzî komplo bûn, ser wê esasê divê dilê Kurdan bi xwe bişewite ne bi min: tiştê mirov di vir de digihijê ew e ku gelê Kurd di dîroka xwe de her dem bi êş û xemgîniyê ve rû bi rû mane. Ji xwe piştî her serhildanekê bi rêya darê zorê hatine perçiqandin, hatiye tekbirin. Lê vê carê gelê Kurd cara yekem ku li ser bingeha felsefeyek rast, bîrdoziyeke rast rê û rêbazên herî rast ên têkoşînê derfeta azadiya bidest xist. Bi girtina Rêbertî re hewl a ji holê rakirina vê îradê hate dayîn. Tiştê ku divê gelê me yê Kurd têbigihêje ewe ku divê li ser esasê vê bingeha xurt ya têkoşînê li şûna ku bikevin nava bêhêvîbûnê de divê rastî û dembûriya xwe ya dîrokî baş encaman jê derbixin. Her wiha divê bi heman awayî nêzî serhildanên bihurî bibin û encaman jê derbixin û di wê astê de xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Ji ber ku bi rastî jî rewşa gelê Kurd bi taybet di sedsala dawî de, ruxmî ewqas berxwedan û serhildan û qurban û penaberî temsîla trajediyekê dike. Gihiştiye astekê ku mirov êdî nikare tehemûla wê bike ji ber ku zimanê te û çanda te di welatê te de qedexeye tevî ku rûmeta te tê binpêkirin rûmeta mirovan jî nasname û hebûna mirovan e. Heta êdî li ser hebûna me hate nîqaş kirin Kurd hene an na. Tişta ku mirov di sedsala 20 de pê xemgîn dibe jî ew e. Ji ber wan sedeman divê gelê Kurd li hemberî wan di asta herî zor de xwedî li serokatiya xwe û têkoşîna ku di bin Rêbertiya wî de pêşengetiyek derket xwedî lê derkevin.
BANDORA KOMPLOYÊ LI SER TEVGERÊ Û BERSIVDAYÎN
Bêguman destpêkê nêzîkatiya me di çarçoveya hestyarî de bû û di asta ku dihate xwestin ev komplo nehate fêmkirin. Milên wê yê dîrokî, siyasî û civakî jî bandora wê komployê jiya. Ji ber wê sedemê jî helwesta me di asta ku tê xwestin de nebû. Lê fêm kirina komployê piştî ku me dahurînên Rêbertî xwendin ji milê me ve hate çêkirin.
Rastiyeke ku kes nikare piştçav bike ew e ku her ku têkoşîna me xurt bû û bilind bû ewqas rûyê veşartî ya neyar eşkere dibin. Ev jî tê wateya ku derxistina rastiya dijmin a holê bi têkoşîna me ve girêdayî ye. Weke min destpêkê jî da xuya kirin helwesta me ya hestiyarî ku destpêkê derket holê piştî fêm kirina armancên komplo bi çalakiyên fedayî hate xemilandin, di encamên wê de jî gelek hevrêyên me gihiştin asta şehadetê. Ez dixwazim di vê navberê de wan hevalan bi rêzdarî bi bîr bînim û bejna xwe li hember wan bitewînim. Lê weke min destpêkê jî da xuya kirin dahurînên rêbertî ji bona me weke neqşa rê bû û hemû lîstokên hêzên komploger ji bo me eşkere kir. Bêguman ev hiştiye tevgera me pêşî li gelek xeteriyên ku li benda gelê Kurd bûn girt. Ji milekî din de jî ev hişt ku milê berpirsyartiyê pêşbikeve di derbarê tevgerê de. Ji xwe di milê gel de jî li gelek cihên ku Kurd lê dimînin serhildan û şermzarkirin çêbûn. Biryara ku êdî wê têkoşîn di bin her şert û mercan de bimeşe bû rêgezeke jiyanî. Eger em binêrin di milekî din de jî ev komplo mezinahiya tevgera me jî da hîskirin. Ji ber ku weke dibêjin çiqas dijminê te mezin be zanibe ku tu jî jê mezintirî.
Weke tevger piştî ku komplo pêk hat civînên di asta kongre û konferansan de pêk hatin. Di wir de jî biryara berdewamkirina têkoşînê ya bi awayekî hîn bilindtir hat dayîn. Tevî ku rêgezên bi rêvebirina tevgerê di bi şertên heyî de hatin diyar kirin ji ber ku çi dibe bila bibe wê xeta azadiya me bidome.
RABÛNA GEL Û HELWESTA RÊBERTÎ HIŞT KU KOMPLO VALA DERKEVE
Ev komplo lîstikekî berfireh bû. Ji ber ku hêzên navneteweyî yên serdest bi wê awayî xwestin di Rojhilata Navîn de xwe avabikim û dîzayin bikin. Rêberê me jî ji xwe re weke astengekeî didîtin. Ji ber wê jî wan armanc kir ku bi bîrdoziya nîjadperestiyê û zihniyeta netewe dewletê gelên Rojhilata Navîn bi hevdu bide qirkirn û bi wî awayî jî meşrûyeta xwe avabikin. Ev jî mirov dikare weke taktîkekî herî pêşketî yê pergalê bi nav bike. Lê armanca tekoşîna bi temamî berovajî vê yekê ye ji ber ku armanc ew e ku biratiya hemû gelan li ser esasê demokrasiyê pêk bîne.
Li ser wan esasan xurtkirina û bilindkirian têkoşînê, rabûna gel ser piyan û helwesta Rêbertiya me bi serê xwe hilşt ku ev komplo vala derket. Ji xwe tekoşîna me ji destpêkê ve jî li hember polîtîkayên serdest ên ku hewil didin ku gela n bînin hember hevdu. Vala derketina komplo jî di vir de ew e ku ew hêz negihiştin armancên xwe di tesfiye kirina tevgera azadiyê berovajî bi hêrsa li hember wan tevger hîn berfirehtir bûn tevlîbûn gelek di asta xwedî derketina li rêberê xwe çêbûn. Ji lewra tevgera me asta biryardariyê bidestxist. Milê wê yê herî giring jî ew e ku tevgera Azadiya Jinên Kurdistan hate lidarxistin û tevlî bûna gelek jinan jê re çêbû."
BI AVAKIRINA PERGALA XWESER RE XWEDÎDERKETINA LI RÊBERTIYÊ
Derya di dawiya axaftina xwe got, "Di dawî de ez daxwaz dikim ji gel ku xwedî li Rêbertî derkeve ji ber têkoşîna 40 salî ji bo maf û daxwaza wan diyar kirine ewqas zelal e. Ji ber vê xwedî derketina Rêbertî xwedî derketina li me bi xwe ye pêwîste her ciwanekî kurd hewl bide ku Rêbertî fêm bike û bêhtir bixwîne ji bo em karibin pêşbikevin. Xwedî derketina Rêberê me bi rêya avakirina pergala xweser, pergala Netewa Demokratîk e. Di xebatê wê de cih girtin e, ew berdewamkirin e û parastine. Çi di aliyê siyasî, civakî, leşkerî be. Ji bo avakirina pêşerojeke azad pêwiste her kes kar bike."