Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zerderlîoglû û komek ya BDP’ê xwestin biçin gundên beriya hefteyekê li Tetwanê pevçûn derketibû ziyaret bikin, ji aliyê polîsên Tirk û tîmên taybet ve hatin astengkirin.
Parlementerê BDP’ê Zenderlîoglû, Parlementerê BDP’ê yê berê yê Bedlîsê Nezîr Karabaş, Şaredarê Tetwanê Abdullah Ok û Serokê BDP’ê yê Bedlîsê Orhan Bezîrganoglû jî di nav de heyeta ku xwest biçe herêmên Kawar, Hanelmali û Kurtikan yên Tetwanê ku beriya hefteyekê berê di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûn derketibû lêkolînan bike derketin rê.
Lê belê di demjimêrên nîvro de di derketina Tetwanê de rêya heyetê ji aliyê Yekîneyên Tekoşîna li Dijî Terorê û tîmên taybet ve hate qutkirin.
Destûr nedan heyetê ku ji noqteya kontrolê wêdetir biçin, bendê mayîna Zenderlîoglû û kesên li gel didome.