RCS wê biçin Şirnex û Nisêbînê

Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ên bi pêşengiya KCD'ê li hev civiyan, ji bo Nisêbîn û Şirnexê bang li rêxistinên navneteweyî kirin, ku bikevin nava tevgerê. RCS biryar da sibe biçe van her du navendan.

Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ên bi pêşengiya KCD'ê li hev civiyan, ji bo Nisêbîn û Şirnexê bang li rêxistinên navneteweyî kirin, ku bikevin nava tevgerê. RCS biryar da sibe biçe van her du navendan.

Bi vê armancê li Mêvanxaneya Amedê daxuyaniyek ji çapemeniyê de hat dayîn. Nûnerên KJA, Baroya Amedê, KESK, TMMOB, ÎHD û gelek rexistinên civakî yên sivîl amade bûn. Li ser navê rêxistinan Hevserokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî. Bîlîcî diyar kir, desthilatdariya heyî ji desthilatdariyên bihurî bêhtir bi dijwarî siyaseta înkarê xistiye meriyetê.

Bîlîcî da xuyakirin, ku ev rê ne ti rê ye û divê desthilatdarî ji rewşa li welatên cîran dersê derxîne. Bîlîcî da zanîn, li bajarên hatine talankirin gelek mirovan jiyana xwe ji dest dane û ragihand, hewl tê dayîn sûcê li dijî mirovahiyê yê li Cizîr û Sûrê, li Şirnex û Nisêbînê jî bê kirin.

Bîlîcî bal kişand ser rewşa Rêveberê DBP'ê Hurşît Kulter ê piştî binçavkirinê agahî jê nayê girtin û bang li Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê kir ku di vê der barê de bikevin nava hewldanan.

Racî Bîlîcî diyar ki, ew ê weke rêxistinên civakî yên sivîl sibe saet di 10:00 de biçin Nisêbîn û Şirnexê.