KCD'ê encamnameya Komxebata Rêxistinbûyîn û Jîngeha Kedê ya li Kurdistanê ku ji aliyê Koma Xebata Xîzanî û Koçberiyê ya girêdayî Komîsyona Polîtîkayên Civakî bi civînekê aşkere kir. KCD'ê di encamnameyê de diyar kir ku projeyên teşwîkê yên dewletê bi serdestiya "Aqlê dewletê" tên kirin û ev hişê "Metîngeriyê" ye KCD'ê da zanîn ku di qirîza sendîkayî de modela çareseriyê ya azadiya zayendî, ekolojîk û demokratik esas digirin. KCD'ê bang li hemû saziyên sendîkayi kir û xwest astengiyên li pêş feraseta sendîkayn civaki û demokratîk bên rakirin xwe bêtir bi rêxistin bikin.
Komxebata Rêxistinbûyîn û Jîngeha Kedê ya li Kurdistanê ku ji aliyê Koma Xebata Xîzanî û Koçberiyê ya girêdayî Komîsyona Polîtîkayên Civakî yên KCD'ê li Sumerpark a Amedê hate lidarxistin, duh bi dawî bû. Komxebata ku Parlementera BDP'a Amedê Nûrsel Aydogan, Endamê MYK'a Petrol-Îş'ê Nîmetûllah Sozen, Serokê Giştî ya Cam Seramîk-Îş ya DÝSK'ê Mehmet Tûrp, Sekreterê Giştî ya Gida-Îş ya DÝSK'ê Seyît Aslan, Endamê MYK'a Dev Saglik-Îş'ê Tûfan Sertlek, Pisporê sendîkayan Osman Ergîn, Rojnameger-Aborînas Bulent Falakaoglû, Lêkolîner Nevra Akdemîr, nûnerên BDP, EMEP, ESP, Turk-Îş, DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, Kooperatîfa Jinan ya Rezan, Goç Der beşdar bûn, 2 rojan berdewam kir. Encamnameya komxebata ku di navbera 9-10'ê heziranê de pêk hat, li avahiya KCD'ê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re hate aşkerekirin.
Li ser navê KCD'ê Endamê Koma Xebata Xîzanî û Koçberiyê ya girêdayî Komîsyona Polîtîkayên Civakî yên KCD'ê Yusuf Karataş, daxuyanî xwend. Karataş berê 14 sal û 7 meh cezayê ku li Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk hatiye birîn şermezar kir wiha got: "Ez siyasetmedar, nivîskar, rewşenbir, parêzer, rojnameger û kedkarên kurd ên di bin navê operasyonên KCK'ê de tên girtin slav dikim. Karkerên ku li dijî kedxwariya kedê ya AKP'ê derdikikevin ji ka tên avêtin. Em piştgiriyê didin çalakiya kedkarên THY'ê yê Hava-Ýşê. Em tecrida girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar dikin. Brêz Abdullah Ocalan muhatabê çareseriya pirsgirêka kurd e. Tecrîda li ser Brêz Ocalan me dixe nava fikaran. "
BI KEDA ERZAN KOLETÎ Û METINGERIYÊ PÊŞ DIXIN'
Karataş, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê li herêmê kedê erzan dike û betaliyê pêş dixe. Karataş, da zanîn ku bi zagon û polîtîkayên teşvikê polîtîkayê dewleta Çinê ya koletî û kedxwariyê pêş dixe û koma karkerên betalan ava dikin. Karataş bilêv kir ku bi her awayî mafê keda ciwan, jin û mirovan tê binpêkirin û mafê wan ê rêxistinbûnê ji destê wan tê girtin. Karataş, destnîşan kir ku dixwazin girseya betaliyê ava bikin û kedê têxin bin piyan û erzan bikin.
'HIŞÊ DEWLETÊ HIŞÊ KOLETIYÊ YE'
Karataş, bilêv kir hikûmet bi van polîtîkayan dixwaze li herêmê sewalkarî û çotkariyê tune bike û kesên serf dikign ava bikin. Karataş, bibîrxist ku daxwazên gelê kurd yên cemawerî, perwerdehiya bi zimanê zikmaki xizmeta tenduristî û aboriyê li ber çavan nayê girtin û dijberî vê yekê dixwaze mafê gelê kurdan ji destê wan bigirin. Teşwîkên ku li herêmê tên kirin bi hişê dewletê û aqilê koletiyê tên avakirin."
'BI VEGUHESTINA BAJARVANIYÊ DIXWAZIN KURDAN CARA 2'DEMÎN SIRGUN BIKIN'
Karataş, destnîşan kir ku carekê gundên kurdan vala kirin û sirgunî rojava kirin û niha bi projeyên veguhestina bajarvaniyê dixwazin kurdan cara duyemîn sirgûn bikin û wan ji warê wan dûr bixin. Karataş, bilêv kir ku bi polîtîkayên qirêj dixwazin her tim kurdan mecbûrî koçê bikin û destûr nedin ku karibin birînên xwe bikewînin.
Karataş, derbirî ku kurd di karê herî giran û zahmet de dijîn û ji hemû mafê xwe bêpar in. Karataş, bibîrxist ku bi taybetî jin û zarokên kurd kedek mezin didin û mafê wan ê kedê tê binpêkirin û wiha got: "Karkerên demsali yê çandiniyê kedek gelek mezin didin û heqê keda xwe nagirin. Dîsa karkerên tekstil û tersaneyan di nava şert û mercên pir giran û bê ewle de dixebitin. Hem keda wan tê xwarin û hem rastî şikandina rûmetê tên."
Karataş, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê herî zêde bi polîtîkayên xwe êrîşî keda jinê dike û dixwaze koletiyê li ser keda jinê pêş bixe.
Karataş, destnîşan kir ku hikûmet naxqaze sendîkavanî û rêxistina kedê pêş bikeve û bi polîtîkayên xwe yên dijdemokratik li pêş rêxistinkirina kedê dibe asteng. Karataş, da zanîn ku dê bi hişmendiya 'Sendikaya Civakî ya demokratîk" rêxistina kedê pêş bixin û bang li hemû saziyên kedê kir ku ji bo rêxistinbûna demokratîk a kedê têkoşînê bidin.
'EM MODELA AZADIYA ZAYENDÎ Û EKOLOJIYA DEMOKRATÎK ESAS DIGIRIN'
Karataş, bilêv kir ku ew ji bo parastina kedê û mafê civakê modela azadiya zayendî û ekolojiya demokratîk esas digirin. mafê rêxistinbûnê mafekî mirovan ê bingehîn e.
KARATAŞ, BIRYARÊN KU HATINE GIRTIN WIHA RÊZ KIR:
* Polîtîkayên dewletê yên li ser pirsgirêka kurd li hemberî pêşketina sendikaya demokratîk asteng e. Li ser vê bingehe divê ji bo pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe rêxistinên kedê divê peyvir û berpirsiyariyê bidin ser xwe.
* Komxebata me bang li hemû saziyên kedê dike û dixwaze astengiyên li pêş tevgera sendikayî ji pêş xwe rake.
* Komxebata me mafê hemû kedkarên çandinî, çotkarî, zevî, fabrîqe û hemû kedkarên ku mafê wan tê binpêkirin û hêjmara wan nêzîe 2 milyonan e diparêze û ji bo parastina keda wan têdikoşe.
* Komxebat li dijî polîtikayên çînê yên kedxwarî û koletiyê tev digere û ji bo mafê kedê bê parastin têkoşînê dide. Ji bo hemû rêxistinên ketê bibin yek têdikoşe.
* Ji bo parastina keda jinan û rêxistinbûna jinan a li dijî kedxwariya kapitalizê birêxistinbûna jinan esas digire. Li dijî feraseta zilam û kedxwaran têkoşînê dide.
* Komxebat li ser parastina ked, mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mafê tenduristiyê û parastina mafê perwerdehiyê dike.
* Li dijî hemû binpêkirina mafên zarokan têkoşînê dide û ji bo parastina mafê zarokan di nava hewldanan de ye.
* Komşebat li diji polîtikaya kapîtalîzmê têkoşîna hilberîna komîn û kooperatifê esas digire.
* Komxebata me li dijî hişmendiya serfkirin, xerçkirin, betalîyê têdikoşe û piştgiriyê dide yekîtiyên serkaran.
* Komxebat armanc dike ku salê carekê li hev kom bibe û nirxandinan bike.
* Komxebat armanc dike ku sendika û saziyên kedê bi rêxistin bike û mafê kedê biparêze û li dijî metingerî, kedxwarî ya li ser axa Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşînek xurt bimeşîne.