Rayedarên Tirk hingiv weke bombe pêşkêşî raya giştî kirin

Walîtiya Tirk a li Mûşê duh daxuyaniyek weşand û got, "Wesayîta ku tonek teqemenî te de bû hat bidestxistin û teqemenî hatin îmhakirin." Lê ji vî mînîbusa ku walîtiyê qalê dikir, li şûna teqemeniyê, hingiv derket.

Piştî teqîna duh a li Veznecîler a Stenbolê, Walîtiya Tirk a li Mûşê bi daxuyaniyekê ragihandin, ku wesayîtek bi qasî tonek teqemenî tê de ye hatiye bidesxistin û teqemenî hatine îmhakirin. Welatiyan wêneyên vê mînîbusa ku walîtî qalê dikirin kişandin. Di van wêneyan de tê dîtin, ku li mînîbusê, li şûna teqemeniyê, hingiv heye û rijiya ye erdê.

Mînîbusa barê xwe hingiv bû, piştre birin kana kevir a Çîzmebûrnû ya Mûşê û li vê derê hat teqandin. Dîmenê wê jî ji aliyê Haberturk ve hat weşandin.

...