Rayedaran xwe li hemberî çalakiya greva birçîbûnê bêdeng hiştiye
Çalakiya greva birçîbûnê ya malbata Arduç a ji ber ava Bendava Pempelîk a qaçax li Dêrsimê hat çêkirin li gundê xwe asê mane di roja 5'an de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya malbata Arduç a ku ji ber ava Bendava Pembelîkê ya li gundê Dallibahçe ya navçeya Qilsê ya Dêrsimê bi "qaçaxî" hat çêkirin û ligel biryara dadgehê ya rawestandinê av girt û têkîliyên hemû cihên jiyanê qut kir daye destpêkirin di roja 5'an de berdewam dike. Çalakiya li ser pirsa dara 8 meh berê hilweşiya hat destpê kirin didome. Di çalakiyê de Ayhan Arduş, hevsera wî Adîle Arduç, xwişka hevsera wî Yildiz Kohl a di salên 90'î de koçî Ewropa bû û welatiyê bi navê Îsmaîl Altay cih digirin.
Ji ber çalakiya greva birçîbûnê pirsgirêkên malbatê yên tendurustiyê rû didin li ser vê yêkê ekîbên tendûrîstiyê kotnrolên tendûrîstî dikin. Ayhan Arduş diyar kir ku heya niha tu rayedarekî bi wan re hevdîtin pêk neanîne û heya encamê negirin wê çalakiya xwe bidomînin.