Rastiya Şemizînanê êdî nikare bê veşartin

Rastiya Şemizînanê êdî nikare bê veşartin

Her çendî hukûmeta AKP’ê û çapemeniya Tirk a alîgir hewl dide tiştên li navçeya Şemizînan a Colemêrgê diqewimin veşêre, lê êdî rastî li ber çavên her kesê ye. Li aliyekê çalakiyên gerîlayan didome û li aliyeke din jî gerîla rê kontrol dikin.

Duh, heyeta partiyên siyasî ya Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk û parlementerên BDP’ê di nav de bû, dema çûn Şemizînanê di rê de li rastî nûqteya kontrolê ya gerîlayan hatin. Ev yek jî baş nîşan dide ku herêm di bin kontrola gerîlayan deye. Ev çalakiya gerîlayan êdî hişt ku çapemeniya Tirk jî vê yekê bibîne.

Ji 23’ê tîrmehê ve bejahiya navçeya Şemizînanê di bin kontrola gerîlayan de ye û di navbera gerîla û artêşa Tirk de şerên dijwar qewimîn. Gerîlayan li navenda navçeya Şemizînanê li dijî Qonaxa hukûmetê çalakiyek li dar xistin û hemû rêyên navçeyê xistin destê xwe.

Duh, li herêma Beresela pevçûnên dijwar qewimîn. Herêmên bejahîy ên gundên Rûbînûs, Nêrkula û Nehrê, herêmên Medrasel û Çiyayê Gomanê hatin bombebarankirin û li hin cihan şewat derket.

Bi taybet rêya di navbera Rûbarok û Şemizînanê di bin kontrola gerîlayan de ye. Li gorî agahiyan karwanên leşkerî yên artêşa Tirk pir kêm derbas dibin, ger derbas dibin jî tedbîrên pir berfireh ên ewlehiyê tên girtin.

Çapemeniya Tirk jî her çend duh bi çavê xwe bûyerên li Şemizînan dîtin, lê dîsa jî bê deng e. Ev bûyer di tu rûpelên pêşî yên rojnameyên Tirk de cih negirtin. Îro gelek rojnameyên Tirk ji ber diyaloga di navbera gerîla û parlementeran de, parlementerên BDP’ê kirin hedef.