NÛ BÛ

Rastiya Siwar El Kurd çi ye?

Bi giştî li Sûriye û gundewarê Bakurê Helebê gelek komên çekdar hene. Di demên dawî de komeke nû ku xwe bi navê Siwar El Kurd ango Şoreşgerên Kurd didin naskirin hate îlankirin. Ev kom ji kû hatiye û rastiya wê çi ye?

Bi giştî li Sûriye û gundewarê Bakurê Helebê gelek komên çekdar hene. Di demên dawî de komeke nû ku xwe bi navê Siwar El Kurd ango Şoreşgerên Kurd didin naskirin hate îlankirin. Armanca wan a sereke li gorî ku diyar kirin, wê li dijî hêzên YPG/YPJ’ê şer bikin. Ev kom ji kû hatiye û rastiya wê çi ye?

RASTIYA KOMA SIWAR EL KURD

Li gorî çavkaniyên pêbawer ev kom ji pêkhateyên komên berê hatibûn avakirin û bi demên winda bibûn ên mîna; “Tûgaya Azadî, Selahedînê Eyûbî, Yûsif El Azme û Lîwa El Azme ne.” Ev kom têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re tên nasîn û çûyîn û hatina endamên wan a Tirkiyeyê jî hene. Ji her alî ve piştgiryê çek, cebilxane, alavên leşkerî û lojîstîk ji Tirkiyeyê digirin. Di encama êrîşên van komên çeteyan ên li hember şervanên YPG/YPJ’ê de gelek sivîl hatine qetilkirin.

ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ KIRIBÛN

Ev koma çeteyan di 2013’an de li êrîşî gundê Xezawaya yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kiribûn. Her wiha li gel Ketîba Ebû Xeldûn jî êrîşî gundê Birc Evdalo yê navçeya Şêrewa yê jî kiribûn. Di sala 2013’an de jî bi Lîwaya El Tewhîd re jî êrîşî gundên Aqîbê, Bênê, Basîlê û Cibilrê kiribûn.

Fermandarê Tûgaya Selahedîn Bêwar Mistefa li ser pêngava yekemîn a YPG’ê ya li hember Til Berakê ku di van şeran de şervanên YPG’ê şehîd ketibûn gotibû: “Me li gel hevriyên xwe Ehrar El Şam derbeyên giran li YPG’ê xistin.”

ARMANCÊN KOMA SIWAR EL KURD

Dema ku Tirkiyeyê ji DYE’yê re got hêzên me li herêma Bakurê Helebê hene û pêşniyar kir ku DYE’yê bi wan hêzan re têkeve têkiliyan, ev koma Siwar El Kurd hate îlankirin. Piştî îlankirina vê komê Serokê Koalîsyona Sûriyeyê Enes El Bede yê ku têkiliya wî bi Tirkiye û Siûdî Erebîstanê re tê zanîn serdanan Başûrê Kurdistanê kir. Rojeva mijara li vir, Bakurê Helebê bû.

Armancên vê komê wiha ne:

- Tirkiye dixwaze weke her car Kurdan bi Kurdan bide kuştin, li Rojava birakujiyê bide avakirin.

- Pêşîgirtina li serkeftin û pêşdeçûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).

-Astengkirina Operasyona Rizgarkirina Minbicê ango bi navê niha “Operasyona Şehîd Fermandar  Faysal Ebû Leyla”.

- Nehile Kantona Efrîn û Kobanê bigihêje hev.

 

...