Rastiya bûyera li Gimgimê wiha ye

Rastiya bûyera li Gimgimê wiha ye

Bavê Serdar Gumgum Zahîr Gumgum ê 2 roj berê li navçeya Gimgimê di operasyonê de li gel Leyla Sonkur (22) Ridvan Yavaş (22) bi birîndarî hatin girtin axivî û wiha got: "Hemû gelê Gimgimê kurê min nas dikin. Dema keçikê direvînin û diçin gundê Qolanê dikevin herêma operasyonê û rastî gulebarana leşkeran tên."

2 roj berê li gundê Qolan ê navçeya Gimgimê ya Mûşê pevçûn derketibû û 3 ciwanên bi navê Leyla Sonkur (22) Ridvan Yavaş (22) û Serdar Gumgum (18) ku ji sedî 61 astengdar e ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarandin û rakirin nexweşxaneya Gimgimê. Ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşêkirin. Serhat Gumgum jî li Fermandariya Cendirmeyan a Gimgime di bin çavan de lêpirsîna wî didome. 3 kesên der barê wan de biryara veşartina dozyayê hatiye dayîn destûr nayê dayîn ku malbat biçin ziyareta wan.

Şaredara Gimgimê Gulşen Deger, diyar kir ku 3 kesên ku 2 jê bi birîndarî hatine girtin ne endamên HPG'ê, dijberî vê yekê kesên sivîl in. Bavê Serdar Gumgum ku ji sedî 61 nivîşkan e Zahir Gumgum, axivî û anî ziman ku hemû gelê Gimgimê kurê wî nas dike û wiha got: "Hemû gelê Gimgimê kurê min nas dikin. Dema keçikê direvînin û diçin gundê Qolanê dikevin herêma operasyonê û rastî gulebarana leşkeran tên. Ridvan keçika jê hez dike direvîne. Dema Leyla Sonkur direvînin û diçin gundê Qolanê di nava operasyonê de dimînin. Leyla Sonkur (22), Rıdvan Yavaş (22) Serdar Gumgum (18) di operasyonê de birîndar dibin û wan tînin Gimgimê. Ji vir jî îdîa dikin ku HPG'yî ne û destûr nade ku kes nêzî wan bibe. Li ser kurê min cilê sivîl hene. Kurê min astengdar e. Ji ber ku kurê min û Ridvan hevalên hev in bi hevre Leyla direvînin. Lê dema leyla direvînin di nava operasyonê de dimînin. Min hêj bi kurê xwe re hevdîtin pêk neaniye. Ez dê der barê leşker û rayedara de serlêdana sûc bikim."

Pişti bûyerê Wekîlê Waliyê Mûşê Çetin Kilinç der barê bûyerê de daxuyanî da û bêyî lêkolîn bike û rastiyê bibîne diyar kir ku ku di operayonêde 3 gerîlayên HGP'ê bi saxî hatine girtin û wiha gotibû: "Di operasyonê de leşker rastî endamên rêxistinê hatiye û di operasyonê de kesek bi saxî û 2 kes bi birînadî bi çekên wan bi dest xistine. 2 kesên endamên rêxistinê ji bo dermankirinê şandine Mûşê."