Endustiriya Kîmya ya Makîneyê (MKE) piştî sê salan rapora der barê kuştina keça Kurd a biçûk Ceylan Onkol a di 2009 de li navçeya Licê ya Amedê hat qetilkirin, hat aşkerekirin. Di rapora skandal de hat gotin ku Ceynala 12 salî bi xwe teqemenî teqandiye û bi vî awayî dewleta Tirk dixwaze vê sucê xwe jî veşêre.
DI 29’ê îlona 2009 de, li gundê bajaroka Xambaz ê navçeya Licê ya Amedê, Ceylan Onkol a 12 salî gava pezê xwe diçêrand, di encama înfazeke bê daraz de hate kuştin. Di rapora MKE’yê de hat gotin ku ev teqemenîya 40 mîlîmetre ya bombeavêjan e, lê Ceylanê bi darikê di destê xwe de li teqemeniyê xistiye û di encamê de teqiyaye.
Di rapora ji aliyê Endezyarê Pispor ê Kargeha Teqemeniyan a MKE’yê Îdrîs Aydogdu ve hatiye amadekirin, wiha hat gotin; “Parçeyên bi raporên krîmînal hatin lêkolînkirin, ji malzemeyên çelîk û alumînyum bûn. Di lêkonîna fizîkî de ji perçeyên çelîk çentîk û qanal hebûn û her yek ji parçeyên gelek biçûk pêk hat hate tesbîtkirin. Di çêkirina bombeya 40 mm de kumê balîstîk û binê wê ji amûra aluminyumê, nava jî ji parçeyên bandore zêde bikin pêk tê û bi amûrên pola hatiye çêkirin. Ji ber vê yekê dibe ku teqîn ji ber muhîmata 400 mm pêk hatibe bawerî çêbuye."
Piştî qetilkirina Ceylanê, Serfermandariya Aretêşa Tirk û Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ji bo nixumandina bûyerê her tiştên ji destê wan hatin kirin û Ceylanê weke berpirs nîşan da. Lê şêniyên gund, van îdîayan bi dîmenên ku bi telefonên xwe kişandibûn derewandin. Di dîmenan de dixuya ku ling û destên Ceylan saxlem bûn. Gundiyan dabû diyarkirin ku wana dengê avêtina berika bombeyê bihîstibû.
PIRSÊN BÊ BERSIV MANE
Piştî kuştina Ceylana biçûk ÎHD, Mazlûm-Der, Baroya Amedê, Dodeya Nojdarên Amedê raporaek amade kirin û hêzên dewletê weke berpirs nîşan dan û bal kişandibûn ser îhmala ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Licê û hêzên ewlekariyê.
Ji aliyeke din ve, ji destpêkê ve helwesta ku dewlet nîşan dide, kujer jî û şahid jî hene. Mînak, diviyabû otopsî li cihê bûyerê bihata kirin, lê bi hinceta “ewlekariyê” li wir nehat kirin û ev yek tu aliyên wê yên hiqûqî tune ye. Ev yek li cihê bûyerê pêk nehat û li şûna cihê bûyerê otopsî di nîzamiya cendirmeyan de hate kirin, ev yek jî nîşan dide ku dewlet ji destpêkê ve sucdar vedişêre. Peywirdarên dewletê neçûn cihê bûyerê, tenê kamerayek dan destê melayê gund û bi vî awayî dîmen dan kişandin!
MAMÊ CEYLANÊ ÇAPEMENIYA TIRK Û DOZGER REXNE KIRIBÛ
Mamê Ceylan Onkolê Abdulsamet Gencîoglû piştî kuştinê daxuyaniyek dabû gotitûb; “Em li rastî helwest û nêzîkatiyên nerênî yên dozgeriya komarê hatin. Dozger gef li min xwar.” Gencîolgû bal kişand ser hewldanên çapemeniya Tirk jî û diyar kir ku ew jî dibe hevkara kuştinên ji aliyê dewletê ve. Gencîoglû got; "...Dozger ji bo wêne bikişîne melayên gundê Abali şandibû. Piştre jî TRT’ê der barê vê yekê de agahî dide. Tenê dibêjin ku pê li mayînê kiriye. Ev ne rast e. Ger pê li mayînê bikira, dest û lingên wê saxlem nediman. Biraziya min pê li mayînê nekiriye. Li wê derê ewqas ajal hebûn, lê gulle tenê li biraziya min ketiye.”