BI DÎMEN

'Rakirin û barkirina berhemên dîrokî yên Heskîfê, qetlîama dîrokê ye'

Endamê Tevgera Ekolojîk ya Mezopotamyayê Ercan Ayboga diyar kir, rakirin û cihguhrtina mîrateyên dîrokî yên Heskîfê, qetlîama dîrokê ye û got, ew ê destûrê nedin vê.

Endamê Tevgera Ekolojîk ya Mezopotamyayê Ercan Ayboga diyar kir, rakirin û cihguhrtina mîrateyên dîrokî yên Heskîfê, qetlîama dîrokê ye û got, ew ê destûrê nedin vê.

Ayboga li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û da zanîn, yek ji berhemên dîrokî yên girîng ên Heskîfê Tirba Zeynel Beg e. Ayboga got, "Dema mirov ji Êlihê tên Heskîfê, yek ji berhemên ewilî tê dîtin Tirba Zeynel Beg e. Mîmariya xwe xweser e, mîmariya Îranî ye. Tirbe 650 salî ye."

Ayboga bal kişand ser rewşa taybet û girîng a vê tirbê û diyar kir, dewlet îdîa dike ku di çarçoveya projeya Bendava Ilisûyê de wê gelek berheman ji herêma bendavê derxîne, yanî rake Parka Arkeolojiyê ya Heskîfê. Ayboga destnîşan kir, ku pêkanîna tiştekî bi vî rengî nepêkan e.

'LI HESKÎFÊ BERHEMEKE KU KARIBE BI HÊSANÎ BÊ RAKIRIN, NÎNE'

Ayboga ragihand, di nava berhemên li Heskîfê de ti berhemeke dîrokî ya karibe bi hêsanî were rakirin û barkirin, nîne û anî ziman, cihguherina van berhemên dîrokî wê were wateya qetilkirinê.

Ercan Ayboga da zanîn, ku ji bo girtina lingên pira dîrokî niha xebat tên meşandin û got, "Bi kevirên ji Mêrdîn û Mîdyatê anîne, hewl didin lingên pirê bigirin. Lingê yekemîn qedandin, niha derbasî yê duyemîn bûn. Qaşo vê yekê ji bo pêşî li binavbûna birê bigirin, dikin. Lê belê ev yek zerareke mezin dide pirê. Li cîhanê mînakek mîna vê nîne. Pêvekirina keviran li lingên pirê, zerareke mezin dide."

Endamê Tevgera Ekolojîk ya Mezopotamyayê Ercan Ayboga da xuyakirin, ku dewleta dixwaze berhemên dîrokî yên Heskîfê di binê avê de bihêle, dema nêzî berhemên dîrokî yên li Heskîfê dibe, cihêkariya olî dike û got, "Di dema kolandinan de giraniyê dide ser berhemên serdema Îslamê. Yên ji serdema Bîzans û Xiristiyaniyê man e jî, ji nedîtî ve tê."

'EM DIKARIN PÊŞÎ LI PROJEYA ILISÛYÊ BIGIRIN'

Ayboga destnîşan kir, ku projeya Bendava Ilisûyê, qetilkirina xweza û dîrokê ye û diyar kir, ji bo pêşîgirtina li vê projeyê ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ayboga da xuyakirin, projeyên bi vî rengî bi têkoşîna gel dikare bê astengkirin û mînakên vê yekê yên li gelemperiya cîhanê da. Ayboga da zanîn, li Fransa, Taylan û Yewnanîstanên projeyên mîna vê hatine betalkirin an jî projeyên hatine çêkirin nikarîne bixebitin. Ayboga got, "Divê mirov nebêjin, 'proje hatiye destpêkirin, lewma pêşîgirtina li wê nepêkan e'. Bi têkoşînê mirov dikarin pêşî li projeyên bi vî rengî bigirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."

...