Rageşiya Hewlêr-Bexdayê zêde dibe

Rageşiya Hewlêr-Bexdayê zêde dibe

Rageşiya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeba Bexdayê de bi krîza sînor gihişt asta herî jor. Yek ji rayedarên Bexdayê ragihand ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi welatek re peymana kirîna çekan mor kiriye. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî diyar kir ku êdî ew dema hûn bi leşker û polîsan dihatin ser gelê me çûye û got; “Em rê nadin vê yekê.”

Piştî ku artêşa Iraqê xwest leşkerên xwe bişîne ser xeta sînor a di navbera Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê de têkiliyên di navbera Hewlêr-Bexdayê de aloztir bûn. Artêşa Iraqê li rastî astenbiya pêşmergeyên Kurd hat.

Yek ji rayedarên Iraqê ku nexwest navê xwe aşkere bike ji Ajansa Nûçeyan a Frensî (AFP) re axivî û diyar kir ku rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo kirîna çekan bi welatek biyanî re peymanek mor kiriye û got ku navê wî welatî jî aşkere nakin.

Rayedarê Iraqê îdîa kirk u Başûrê Kurdistanê dixwaze çekên bejahî, hewyaî, fuzeyên li dijî tankan û çekên din ên giran bikire. Rayedar îdîa kir ku ev çek male Rûsan in.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî diyar kir ku êdî ew dema hûn bi leşker û polîsan dihatin ser gelê me çûye û got; “Em rê nadin vê yekê.”