Qurnefîl li cihê Serhildana Şêx Seîd danîn

Qurnefîl li cihê Serhildana Şêx Seîd danîn

Li navçeya Pîranê ya Amedê Şêx Seîd û 46 hevalên wê yên di sala 1925'an de hatin darvekirin hate bîranîn. Welatiyan li taxa Yeşîltepe 46 qurnefîl danîn cîhê ku serhildanê dest pê kir.

Endamên Rêxistina BDP'ê ya Pîranê bi minasebeta salvegera darvekirina Sêx Seîd û hevalên wî li cihê serhildanê dest pê kir daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wêneyên Şêx Seîd û hevalên wî hatin hilgirtin û slogana "Şehîd namirin" hate berzkirin. DÎAY-DER, MEYA-DER, endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê, Wekîla Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek, rêveberên BDP'ê yên Erxaniyê, endamên meclîsa şaredariyê, neviyên Şêx Seîd û Şêx Mehdî, Şaredarê Pîranê Mustafa Uyguner û bi sedan welatî tevlî daxuyaniyê bûn.

Şaredarê Pîranê Mustafa Uyguner, dîroka serhildana Sêx Seîd a di sala 1925'an de dest pê kir vegot û diyar kir ku di 13'yê sibata 1925'an de bi provokosyana dewletê dest pê kir û wiha got: "Di encama vê yekê de 47 kes ji aliyê dewletê ve bi komî hatin darvekirin û hêj îro jî cihê wan nehatine testbîtkirin"

Uyguner, pişt re axaftina Şêx Seîd a ku darvekirinê de kir bi bîrxist û wiha got: "Bizanin, hun bi giranî û piraniya xwe pîroz in, bi kuştina me gelê kurd xelas nabe, belevajî vê yekê ji bo jiyaneke azad dê hêj bêtir pêdiviyê hîs bikin. Bizanin ku çavkaniya hembûna me hun in. Di jiyana we ya fidakar de em qet puşman nîn in. Xwe keyfxweş bibînin."

Piştî axaftinan li taxa Yeşîltepe li cihê serhildanê dest pê kir 47 qurnefîl danîn wir. Pişt re girse çûn Salona Dehwetê ya Helîn û tevlî mewlîda ji bo Şêx Seîd û hevalên wî bûn.