Qubasîn, Dergeha Babê, girîngî û pêşeroj

Di nava van her sê hefteyên dawî de, li bakurê Sûriyê serpêhateyên nû rû dan. Pêşketin û rûdanên bilez diyar dikirin ku rewşa li herêmên Şehba û bajarê Sûriyê Heleb wê aloztir bibe.

Çeteyên DAIŞ’ê  vê dawiyê gelek gundên nû li herêmê radestî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên pê re kir. Li kêleka van geşedanan dewleta Tirk gelek çek û cebilxane anî bakurê bajarê Babê. Her wiha bi alavên xwe yên ragihandinê re jî propagandaya dagirkirina xwe ji bo bajarê Babê dewam kir. Li kêleka vê jî, li bajarê Sûriyê Helebê rewş gelekî tevlihev bû û komên çete yên girêdayî Tirkiyê û Amerîka (Cebhe El Şamiyê û Ehrar El Şam) li Ezazê ji bo dahatuyên bendên kontrolê bi hev ketin û gelek kes ji hev kuştin. Li aliyê din destguhertinên vê dawiyê ku li dora bajaroka Qubasînê pêk hatin, pêşbîniya wê dikin ku rewşa li bakurê Sûriyê ber bi posyonên nû ve diçe.

DI DU ROJAN DE ÇAR CARAN DEST HATIN GUHERTIN

Roja Duşema borî, di saet 6’ê sibehê de, çeteyên DAIŞ’ê, dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên bi navê Diri El Firat vexwendin bajaroka Qubasînê. Ev jî rayedarekî koma çete ya bi navê Ehrar El Şam piştrast kir. Derhal çeteyên Tirkiyê şêniyên bajarokê koçî çiyayê El Beraziyê kirin, ku bi qasî 3 KM rojhilatî Qubasînê ye. Li gorî hin jêderên taybet jî bajarok tije cebilxane û gelek cureyên çekên giran kirin. Sibeha roja din, ango roja Sêşemê çeteyê dewleta Tirkiyê ji nû ve bajarok radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin ku heman roja pê re, ango roja Çarşemê çeteyên DAIŞ’ê, piştî ku ew cebilxane û çekên giran birin, ji nû ve bajarok radestî komên çete yên girêdayî Tirkiyê kirin. Ji aliyê xwe ve çeteyên Diri El Firat û dewleta Tirkiyê roja Pêncşemê ji nişkê ve dîsa Qubasîn radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin. Ev jî li gorî hinek çavdêran ku di nava du rojan de ev bajarok çar caran dest guhert, mîna lîstika mişk û pisiyê lê hatiye.

Di wan kêliyan de artêşa Tirkiyê malên sivîlan li bajaroka Qubasînê bi zêdetirî 50 fûzeyan kire hedef. Di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da, gelek kes birîndar bûn û bi qasî 6000 sivîlî jî berê xwe dan herêmên ku di bin serweriya herdu meclîsên leşkerî yên Babê û Minbicê ku li rojavayî Qubasînê  ne.

SIYASETA ERDA KIZIRÎ

Gelek ji şêniyên bajaroka Qubasînê gotin ku çeteyên DAIŞ’ê beriya ku bajaroka wan cara yekê radestî çeteyên dagirkeriya Tirkiyê bike, ji bo ku bineya bajarok hilweşîna, mal û avahiyên dezgeh û saziyan teqandin.

Bajaroka Qubasîn weke cihekî stratejîk li bakurê bajarê Babê ye ku bi qasî 8 KM dûrî wê ye. Ji aliyê xwe yê rojhilat jî bi qasî 50 KM dûrî parêzgeha duyemîn a Sûriyê, Helebê ye. Çiyayên Şerînî li bakurê wê ne û çiyayên El Bekîkî û El Beraziyê ku mezintirîn rafîneriyên petrola Sûriyê li wir in, dikevin rojhilatê wê. Ji aliyê wê yê rojava jî çiyayê El Dêr e.  erdnîgariya wê ya rêxistinî bi qasî 270 Hiktar e. Gundên Benan, Edeset Qubasîn, El Meqrî, El Emiya, El Siflaniyê û mezra El Hesanî, girêdayî wê ne.

ÇIYAYÊ EL DÊR GIRÎNGTIRÎN NUQTEYA LI BAKURÊ BABÊ YE

Çiyayê El Dêr ku yek KM dikeve rojavayê Qubasînê girîngiya xwe ew e ku bajarê Babê û gundên Tadêf, Sosyan, Qadîran Qubet Şîh û Bizaa hembêz dike. Li çiyayê El Dêr du şikeft hene. Rûbera her yekê bi qasî 2 KM çargoşe ye. Li gorî hin raportan jî rejîma Sûriyê çekên xwe yên qedexekirî û bermahiyên nuklerî mîna yên li bajarê Bûkemalê hatibûn dîtin, di wan şikeftan de vedişartin. Çeteyên DAIŞ’Ê jî ev herdu şikeft ji bo perwedeyên xwe yên leşkerî, çêkirina çek û cebilxanê û weke zîndan jî bi kar dianîn. Li wî çiyayî stasyoneke ceyranê jî heye. Çiyayê El Dêr hefteya borî bi tundî bi fûzeyan kirin hedef, ku bû sersebebê koçberiyeke mezin a ber bi minbicê ve.

DÎROK Û ÇANDA QUBASÎNÊ VEDIGERE ARAMIYÊ

Navê Qubasîn vedigere şaristaniya Aramiyan ku li gorî zimanê Aramî tê wateya Çerxa Heyvê. Niştecihên wê beriya şoreşa Sûriyê 25 hezar bûn. Piştî ku aloziya Sûriyê gur bû û pêlên koçberiyê li vî welatî dest pê kirin, serjimariya wê gihaşt 50 hezarî. Piraniya şêniyên Qubasînê ji eşîreya Qere Kîç in. Ev eşîr li herêmên Şehba xwedî hebûneke zêde ye. Beriya ku çeteyên DAIŞ’ê dagir bikin, 95% ji niştecihên Qubasînê Kurd bûn ên din jî ereb bûn. Li navenda Qubasînê gelek avahiyên fermî yên nola tenduristî, postexane, komeleya cotkaran, nİqteyên çandiniyê, çendîn dibistan, du navendên dezgehên av û ceyranê, avahiya şaredariyê û du qereqolên polîsan hene. ÇetEyên DAIŞ’Ê ev hemû navend weke bargeh ji xwe re bi kar dianîn û gelê Qubasînê jê mehrûm kiribûn.

ABORIYA WÊ ÇAV LÊ VEKIRIN

Zevî û eraziyên Qubasînê zengîntirîn zeviyên herêma Babê ne. Şêniyên wê bi çandiniya avî û bejî aboriya xwe pêş de dibin. Genim, kartol, ceh, pembû û gelek cureyên sebzeyan ku fasûliya wê yê herî bi nav û deng e, li zeviyên wê tên çandin. Li kêleka çandinyê pez jî xwedî dikin. Gelek xortên wê jî li derveyî welêt dixebitin.

2011’AN LI SER PIYA BÛ

Qubasîn ji bajarokên yekemîn ku rejîma Sûriyê ji nav xwe derxist bû. Di 20 Tîrmeha 2011’an de şêniyên Qubasînê ji Kurd û Erebên wê qereqola polîsan şewitandin. Li hember hebûna rejîmê rabûn xwepêşandanê ku gelek kes di encama mudexeleya hêzên rejîmê de birîndar bûn. Demekê bi tenê, xwe birêvebirin. Ji ber lewaziya rêxistinbûyîna leşkerî, girîngiya wê ya stratejîk û piraniya niştecihên Kurd li Qubasînê, hêzên radîkal di bin navê Artêşa Azad de berê xwe dan bajaroka Qubasînê û ew dagir kirin. Di Sibata 2012’an de çeteyan bargehên xwe li wir vekirin. Ji ber kiryarên van komên radîkal derheqê şêniyên Qubasînê de, gelê bajarok berê xwe da xwebirêxistina leşkerî û katîbeyên xwe ava kirin. Ketîbeya Şêrko Eyob a girêdayî Cebhet El Ekrad yek jê ye. Bi vê yekê re dikarîbûn van komên di bin navê şoreşê de tundî û zilm li ser wan didan meşandin di encama pevçûnên dijwar de ji Qubasînê derxînin. Hêzên Qubasînê alên Kurdî li ser avahiyên fermî û di saheya bajarok de hildan. Meclîs Qubasînê û Mala Gel ji bo ku xwe bi rêve bibin, ava kirin.

DAIŞ Û KOMÊN RADÎKAL HERDU RÛYÊN HEMAN PEREYÊ NE

Ev têkîliya di navbera çeteyên DAIŞ’ê û yên qaşo Artêşa Azad de, dîroka 27 Tîrmeha 2013’an tîne bîra mirovan. Di wê dîrokê de heman çeteyên îro di bin navên cuda de komkujî li Til Hasil û Til Eranê pêk anîn. Ev jî diyar dike ku ji heman jêderî ne, destguhertina li Qubasînê jî van rojên dawî mînaka wê yek ye.

Di wê dîrokê de çeteyên DAIŞ, El Nusra û hin tugayên xayînên Kurdan ên mîna togaya Selah El Dîn El Eyûbî û Yûsiv El Ezma û ketîbeya Azadî, di nav itîfaqeke qirêj de êrîşî herdu bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên li gundewarên Sifîrê, kirin. Di êrîşê de gelek cureyên çekên giran li dijî sivîlan hatin bi kar anîn. Bi dehan ji niştecihên herdu bajarokan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî koçber bûn. Gelek sivîl di êşkenceyê re derbas bûn û bedenên miriyan jî parçe kirin. Hêzên berxwedêr li herdu bajarokan ji ber dijwariya êrîşê û ji bo ku sivîlên mayî biparêzin xwe vekişandin bendava El Şehba ku togaya Cebhet El Ekrad di navenda wê de berxwedaniyeke ku di encamê de fermandarê togayê Ebdo Merû û gelek şervanan jiyana xwe ji dest dan, nîşan da. Ev êrîş li ser esasê fetweya hin şêxên çeteyan pêk hat. Şêxên çeteyan di fetweya xwe de gotibûn ku; kuştina Kurdan, destdanîna ser mal û milkên wan û sebîkirina jinên wan, helal e!

QIRKIRINA NIJADÎ

Qubasîn piştî Til Hasil û Til Eranê ji çeteyan re bû qublegeha sêyemîn. Li Qubasînê mezintirîn heyîna koma Kurdan li bakurê Babê dijiya. Çeteyên êrîşkar bi hemû cureyên çekên giran û sivik bajarok kirin armanca xwe. Bi bergirîvanên Qubasînê re ketin nava pevçûnên gelekî giran. Çeteyên DAIŞ’ê û hevalbendên wê di 9 Mijadara 2014an de piştî êrîşeke dijwar ku ji çar aliyan de bû, Qubasîn dagir kirin.

Çawa çete derbasî nava bajaroka Qubasînê bûn, du xortên Kurdan bi tawana endamên Cebhet El Ekrad in îdam kirin. Her wiha kalemêrek kuştin, bi sedema ku kurê wî Hesen di encama topbarana çeteyan a li ser bendeke kontrolê ya YPG’ê de ku di navbera Kobanê û Sirînê de ye, jiyana xwe ji dest da ye. Hemleyên binçavkirinê û revandina li ser esasê nijadî heta van rojan berdewam in. Tenê di meha Hezîrana borî de çeteyan 90% ji şêniyên Qubasînê binçav kirin.

LI SER PIŞTGIRIYA TIRKIYÊ LI HEV KETIN

Çeteyên DAIŞ’ê û komên pê re li ser dizî, talan, fidyeyên revandinê û baceyên ku li ser gel ferz dikirin, li hev ketin. Her aliyek ji van çeteyan dixwest alîkariya ku dewleta Tirkiyê dide wan a wî bi tenê be. Di nav çeteyan de ev bû sedema pevçûnên dijwar. Di encama van pevçûnan de û piştî ku bi dehan ji hev kuştin, di 15 Tebaxa 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê hemû komên çete yên din ji Qubasînê derxistin. Çeteyên wê demê li Qubasînê bûn ev in: Ehrar El Şam, togaya Nûr El Dîn El Şehîd, tugaya Sultan Mihemed El Fatîh, Cebhet El Nusra, Ehfad El Murselîn, tugaya Selah El Dîn El Eyûbî, tugaya Yûsiv El Ezma, El Emin El Am li herêma Babê û ketîbeya Azadî.

Li vê dawiyê jî çeteyên DAIŞ li bakurê Babê ji 9 Mijdara îsal û ta roja me ya îro 23 gund bê şer radestî çeteyên Diri El Firat kirin. Ew jî: Sosyan, Olan, Hezwan, Eldana, Çiyayê El Dêr, Qadîran, Bîşin Cirin, Weqah, Kfîra, Noman, El Hedes, Şêx Cerah, El Burc, Sosinbat, Til Betal, Zemka, Terhîn, Nusbîn, Qubet Şîh, El Kenderliye, El Ucêl, El Şêx Elwan û Şedra ne.

DAIŞIYEK MECLÎSA LEŞKERÎ LI QUBASÎNÊ AVA DIKE

Di 8’ê Mijdara îsal de çeteyên dewleta dagirker ên Tirkiyê avakirina Meclîsa Leşkerî ya Qubasînê bi serkêşiya efserê çete Yûsiv El Şiblî ku bi eslê xwe Tirkmen e, ragihandin. Heman  kesî derheqê Kurdan de qirkirina nijadî li Qubasînê di dema DAIŞ’ê de pêk anî bû. Her wiha ji kesên destpêkê bû ku Qubasîn radestî çeteyên DAIŞ’ê kiribû.

Meclîsa navborî ji sê komên çeteyan ên leşkerî pêk tê: ketîbeya Nûr El Dîn El Zenkî, Ehrar Qubasîn û Şûheda Qubasîn. Ev her sê kom ji xiniz û xayînên ku beriya niha li kêleka çeteyên DAIŞ’ê şer kirine û niha di nava çeteyên Diri El Firat de cih digirin ji Qubasîn û gundên derdorê pêk tên.

MALPERÊN WAN EW CERISANDIN

Ne tenê şêniyên Qubasînê ew meclîsa bi destê Tirkiyê hatiye avakirin red kirine, lê çete bi xwe li hev ketin. Meclîsa herêmî ya Qubasînê ya girêdayî Koaslisyona Niştimanî ya Sûriyê jî avakirina wê meclîsî red kir. Mihemed Mesat serokê Meclîsa Herêmî ya Qubasînê di daxuyaniyeke xwe de ku li ser malperên civakî hatiye balavkirin de got; em pênaseyê bi Meclîsa Leşkerî ya Qubasînê nakin. Her wiha Mesat avakirina vê meclîsê weke gaveke bê berpirsyar ku di encama ne kordîneya di navbera komên leşkerî û meclîsên sivîl li wê herêmê de hatiye ragihandin. Misat bang li hemû hêzan kir jî ku bi wê meclîsa hatiye avakirin re ti têkîliyê nekin ku serokê wê meclîsê El Şiblî bi tawana endamê DAIŞ’ê ye û bajarok bi çekên tê de radestî çeteyên DAIŞ’ê kiriye, tuhmetbar kir.

MECLÎSA LEŞKERÎ YA BABÊ DAIŞ TÊK DIBE

Li gorî rojnameya Yenî Ozgûr Polîtîka, hêzên meclîsa leşkerî ya Babê dikarîbûn di van rojê dawî de gelek gundan li bakur rojhilatî bajarê Babê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin û bajaroka Irêmê jî dorpêç bikin. Ev pêşketina hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê di demeke ku çeteyên DAIŞ’ê li gundên rizgarkirî dest bi siyaseta erda kizirî kirine de pêk hat. Hêjayî gotinê ye ku hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê tenê 2 KM dûrî bajaroka Qubasînê ne.

Li aliyekî din û li gorî rojnameya El Sefîr a Erebî, hin berpirsên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihandine ku ew ji bo rizgarkirina bajarê Babê û rê li ber dagirkeriya dewleta Tirkiyê û çeteyên wê bigirin, bi hin aliyan re di nava kordînê de ne. Her wisa li gorî heman rojnameyê, berpirsên QSD tekez kirine ku ew rê nadin çete û dagirkeran ku bajar, bajarok û gundên wan dagir bikin. Heman berpirsan ragihandine ku zêdetirî 3000 ciwanên herêma Babê tevlî QSD bûne.

AMERÎKA DEST JI DIRI EL FIRAT BERDIDE

Ebû Bekir Fermandarê giştî yê firqeya El Hemza ku Amerîka piştgiriya wê dike, beriya çend rojan ragihandibû ku ji bo bajarê Babê bigirin wan soza piştgiriyê ji aliyên navndewletî û herîmî girtine. Ebû Bekir got ku ew ê di nava çend rojan de, di nava bajarê Babê de bin. Ev gotinên Ebû Bekir bi daxuyaniya wezîrê parastinê yê Tirkiyê Fikrî Îşik re hemwext bûn. Wezîrê Tirk di daxuyaniya xwe de gef li Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê xwaribû ku nabe nêzî bajarê Babê bibin û pêwîst e dest ji wê xeyala pevgihandina kantonan jî berdin. Her wiha Îşik tekez kiribû ku hêzên taybet ên Tirkiyê di nava oparasyonên dagirkirina Babê de ne û dê hêzên wî Babê bigirin.

Di vê derbarê de Mîralayê Amerîkî ku berdevkê fermî yê hêzên koalisyona navneteweyî ku amerîka serkîşiya wê dike ye, Jon Doryan daxuyaniyên Îşik derewandin û got ku ew di rêveberiya koalisyonê de ji bo dagirkirina Babê ne piştgiriya hewayî û ne jî ti piştgiriyeke din nadin dewleta Tirkiyê û çeteyê wê. Mîralayî Doryan tekez kir ku hin hêzên wan ên taybet li gundewarên bakurê Helebê di nav çeteyan û hêzên Tirkiyê de bûn û got ku ew ê peşdarî destwedana Tirkiyê ya Babê nebin û wan hêzên xwe vekişandine.

Ebû Cuma Feranmdarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Babê di daxuyaniyeke xwe de bi hin alavên çapemeniyê re got ku ew ê rê nedin çeteyên dagirkeriya dewleta Tirkiyê ku bajarê Babê dagir bikin. Her wiha Ebû Cuma çeteyên Diri El Firat bi qirikirina nijadî li herêmê tawanbar kir.

Hêjayî gotinê ye ku Meclîsa Leşkerî ya Babê ji gelek tugay û ketîbeyan pêk tê; tugaya Şuheda Qubasîn, togaya El Selacîqa, ketîbeyên Şuheda yê gundewarên Babê, ketîbeya Ehrar Irêmê, togaya El Şehîd Silo El Raî û togya Şuheda El Ki`êbe ne.

...