QSD’ê mezrayek ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin

QSD’ê da xuyakirin ku li hember mezrayek di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de operasyon li dar xistine û ji çeteyan paqij kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku mezrayek ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Çeteyên DAIŞê 8’ê Hezîranê di saetên nîvro de bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me yên başûr û rojhilatê Şedadê. Piştî van êrîşên çeteyan hêzên me heman şevê operasyonek li dar xistin. Operasyon li ser mezrake dikeve 10km başûrrojhilatê gundê Mekmen pêk hatiye. Di operasyonê de navbera hêzên me û komên çeteyan de şerên dijwar rû dan.

Di encamê van şeran de hêzên me mezra ji çeteyên DAIŞê rizgar kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatibe zelalkirin jî lê hat ditîn ku gelek kuştî û birîndarên wan çebûne. Di legerîna vê mezrayê de hêzên me 1 RPG û 4 guleyên wê, 1 BKC û gelek fîşekên wê, 1 debanca, 10 guleyên hawan, 1 motor, 1 rext, 2 jerjor û gelek belgeyên rêxistinî ya çeteyan hatin bidestxistin.”