Qoser ji bo vîna xwe rabû ser piyan

Qoser ji bo girtina hevserok û wekîlên HDP’ê rabû ser piyan.

Ciwanan li taxên Berçem, Mezopotamya û Ersoylû lastîk şewitandin û rê li trafîkê girtin û heta bi derengî bi polîsên Tirk re şer kirin. Li xaçerêya Mêrdîn-Qoserê ciwanan demeke dirêj rê li trafîkê girtin.

Qoser a Mêrdînê ji bo şermezarkirina girtina hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û wekîlan rabû ser piyan. Gel sibehê dirabeyên dikanan venekirin û bi roj jî li taxên Berçem, Mezopotamya û Ersoylu ciwanan bi şewitandina lastîkan rê li trafîkê girtin. Polîsan bi ava şid, guleyên plastik, gaza îsotê û bombeyên deng êrîş bi ser ciwanan, ciwanan jî bi keviran û dirûşmeyan bersiv dane polîsên Tirk.

Ciwanan li xaçerêya Mêrdîn-Qoserê lastîk vêxistin û demek dirêj rê li trafîkê girtin. Şerê di navbera ciwanan û polîsan de hê jî berdewam e.

...