Mirovên ji gel û baweriyên cuda yên li Mêrdînê, nerazîbûnê nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê didin. Nûnerên gelên Suryanî û Ereb dibêjin, "Em qeyûm nas nakin, ev yek darbeyek li dijî vîna me ye."
SEDAT SÛR
MÊRDÎN / ANF
yekşem, 20 sermawezê 2016, 07:00
Piştî ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Febrûniye Akyol bi biryara Wezareta Karên Hundir ji wezîfeyê hatin girtin, qeyûm li şûna wan hat tayînkirin. Nerazîbûna gelên Mêrdînê ya li dijî vê rewşê, dewam dike. Nûnerên gelên li Mêrdînê dijîn dan xuyakirin, ku ew qeyûmê li şûna hevşaredarên bi dengê wan hatine tayînkirin, qebûl nakin. Îshak Pajûr û Mehmet Duzgun ên ji gelên Suryanî û Ereb destnîşan kirin, ku şaredariyek ji aliyê qeyûm ve wer birêvebirin, wê wan temsîl neke û ji gelên Suryanî û Ereb xwestin li dijî qeyûm li ber xwe bidin.
'QEYÛMA DARBEYA LI VÎNA SURYANIYAN E'
Ji gelê Suryanî Îshak Pajûr diyar kir, weke Suryaniyekî ji baweriya Xiristiyan wî deng daye DBP'ê û Ahmet Turk weke vîna xwe hilbijartiye. Pajûr destnîşan kir, ku dagirkirina şaredariyê ji aliyê desthilatdariya AKP/Qesrê ve, darbeya li daxwaza gelan e û got, ew ê li pêşberî vê rewşê bêdeng nemînin.
Pajûr da zanîn, hemû gel û baweriyên cuda yên li Merdînê dijîn, deng dane hevaşredariyên xwe û ragihand, gelê Suryanî yê Xiristiyaan jî Ahmet Turk û Febrûniye Akyol hilbijartine. Pajûr da xuyakirin, desthilatdariya AKP/Qesrê bi darbeya qeyûm re vîna Suryaniyan tine hesibandiye û got, "Lazim e gelê Suryanî vê darbeya AKP'ê ya li dijî vîna wan nas neke û li ber rabe."
Pajûr diyar kir, weke gelê Suryanî ew ê qeyûm nas nekin û heta dawiyê bi hevşaredariyên xwe re bin, ku vîna wan temsîl dikin.
'GELÊ EREB WÊ ŞAREDARIYA QEYÛM NAS NEKE'
Ji gelê Ereb Mehmet Duzgun anî ziman, ew ji ber dagirkeriya bi destê qeyûm gelekî bi hêrs e û ragihand, şaredariya wan bi zorê hatiye dagirkirin.
Duzgun diyar kir, bi Ahmet Turk re wan Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji xwe didîtin û got, "Hevşaredarên me ku şaredarî kir ya gelê Ereb, ji wezîfeyê hatin girtin. Weke gelê Ereb, em şaredariyeke ku ji aliyê qeyûm ve were birêvebirin, bêguman ji xwe nabînin û bi ti awayî qebûl nakin."
Duzgun da zanîn, bi dagirkeriya qeyûm re vîna Ereb, Suryanî û hemû gel û baweriyên li Mêrdînê hatiye desteserkirin û got, AKP'ê vîna gelên Mêrdînê diziye.
Duzgun bang li gelê Ereb jî kir û got, "Weke gelê Ereb, lazim e em li vîna xwe xwedî derkevin."