Qeymeqamê Şemzînanê ku piştî 18 rojan cara ewil karibû bikeve Gundê Geleşkê Nûçegihanê DÎHA'yê Vahap Bay yê ku xwest serdana qeymeqam û rayedarên leşkeran bişopîne hedef nîşan da. Li ser vê yekê Dozgerê Komarê ya Şemzînanê Bay girt lêpirsînê û di encamê de leşkeran jî dîmen û wêneyên ku ji aliyê Bay hatibû kişandin jêbir. Bay piştî ku 5 demjimêran di nava wesayîta zirxî de hate girtin ji herêmê hate derxistin.
Rayedarên dewletê piştî roja 23'ê tîrmehê ya pêvçûn destpê kir heta niha cara ewile karibûn bikevin Mezraya Nîrkula Jêrîn ya girêdayê Gundê Geleşkê. Heyeta ku ji Qeymeqamê Şemzînanê Mesût Gençturk, Dozgerê Komarê ya Şemzînanê, Midurê Polîsan ya Navçeyê û rayedarên dewletê yên navçeyê û fermandarên artêşê pêk dihat piştî 18 rojan bi wesayîtên zirxî di bin tedbîrên berfireh hatin gund.
Li ser vê yekê Nûçegihanê DÎHA'yê ya Şemzînanê Vahap Bay li ser agahîdayîna gundiyan ji bo nûçeyê bişopîne çû gund. Lê Bay li vir beyî ku were binçavkirin, 5 demjimêran di nava wesayîtek zirxî hate girtin û dîmen û wêneyên ku kişandibû hate jêbirin. Bay piştî 5 demjimêran ji herêmê hate dûrxistin.
'QEYMEQAM EZ BI TILIYAN HEDEF NÎŞAN DAM'
Nûçegihanê DÎHA'yê Vahap Bay da zanîn, li gund çûye cem Qeymeqamê Şemzînanê Mesût Gençturk û wiha got: " Lê qeymeqam bi tiliyan ez hedef nîşan dam û bi gotina 'çi karê vî heye, kê hişt bikeve vir' ferman da kesên li derdora xwe. Ji rayedarên leşkerî re got, 'bi vî kesî re eleqadar bibin'. Pişt re serpelê ku li wir bû hat cem min û got 'tu çawa ketî vir' û bertek nîşanî min da û ez siwarî wesayîta zirxî ya bi navê kobra kirin. Di wê demê de Dozgerê Komarê ya Şemzînanê hate wir û got, "Ez dê bi taybet bi vî re eleqadar bibim' û ji leşkeran xwest li ser min bigerin. Pişt re li ser min geriyan û ji lêgerîna GBT'ê re derbaz kirin. Dîmen û wêneyên ku min kişandibûn jêbirin û heta 5 demjimêran ez li wir girtim. Pişt re jî ez ji herêmê derxistin."