Qetilkirina Elçî li Mannheîmê hat protestokirin
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, bi armanca şermezarkirina qetilkirina Tahîr Elçî û silavkirina berxwedana Nisêbînê çalakiyek hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, bi armanca şermezarkirina qetilkirina Tahîr Elçî û silavkirina berxwedana Nisêbînê çalakiyek hat lidarxistin.
Li ber Haûptbahnhof a Mannheîmê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, çalakiyek hat lidarxistin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê belavoka Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi zimanê Elmanî hat xwendin. Dûre Hevserokê NCDK'ê Halîs Dogan axivî. Dogan got, "Êrîşa li hemberî Tahîr Elçî, êrîşa li hemberî aştiya Kurdistanê ye. Em berxwedanên li Dêrik û Nisêbînê silav dikin. AKP wê li Kurdistanê bifetise û bêguman wê aştî û azadî pêk were."
Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr jî peyivî. Girseya gel tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Dêrik û Nisêbînê", "Şehîd Namirin" qîriya.