'Qet nebe bila dijminatiyê li gelê Bakurê Kurdistanê nekin'
Serokê Desteya Rêveber a Radyoya Galî Kurdistan Enwer Huseyîn got, "Hêzên Başûrê Kurdistanê eger destekê nadin têkoşîna azadiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê, qet nebe bila dijminatiyê lê nedin."
DÎREN ROJ
SILÊMANIYE
în, 19 reşemiyê 2016, 07:02
Serokê Desteya êveber a Radyoya Galî Kurdistan, berxwedana gelê li Bakurê Kurdistanê û nêzîkatiya partiyên siyasî û medya Başûrê Kurdistanê li vê berxwedanê nirxand. Enwer Huseyîn got, "Hêzên Başûrê Kurdistanê eger destekê nadin têkoşîna azadiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê, qet nebe bila dijminatiyê lê nedin."
Huseyîn, ji bo mafê statuya gelê Kurd ji dest neçe pêşniyar kir ku bi beşdariya hemû tevgerên Kurd konferansek were lidarxistin û got, "Divê bê zelalkirin; bê kî amade ye li cem têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd cih bigire, kî li dijî vê berxwedanê ye û li cem komkujiyên ji aliyê çeteyên Erdogan ve tê kirin."
Huseyîn diyar kir, dewleta Tirk bi siyaseta mijûlkirinê re bi salane hewl dide gelê Kurd bixapîne, xwedî polîtîkayeke çareseriyê nîne û got, "Ji bilî berxwedanê tiştekî gelê Bakur bike, nemaye. Weke Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê divê em li cem gelê Bakurê Kurdistanê bin û destekê bidin."
'BERXWEDAN XWERÊVEBERIYÊ YA GELÊ KURD REWA YE'
Huseyîn da zanîn, dewleta Tirk hemû pêngav û stratejiya xwe li ser dijminatiya li Kurdan daye rûniştandin û destnîşan kir, ku berxwedana xwerêveberiyê rewa heye. Enwer Huseyîn ev nirxandin kir: "Êrîşên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, dewama polîtîkaya dijminatiya dewleta Tirk a ji berê ve li Kurdan dike ye. Dewleta Tirk siyaseta xwe bi temamî li ser dijminatiya li Kurdan ava kiriye. Her çend bi sedan salan e dewleta Tirk gelek caran gelê Kurd qetil kiriye jî, nekariye ji têkoşîna azadiyê qut bike. Li hemberî hemû komkujiyan gelê Kurd bi lehengî li xwe daye û timî veguheriye dînamîka azadiyê. Ev berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê li dijî vê zîhniyeta faşîst dimeşîne, bêguman rewa ye."
'AKP KURDÊN XIYANETÊ LI KURDÎTIYÊ DIKIN DIXWAZE'
Enwer Huseyîn da xuyakirin, ku dewleta Tirk ji bo rastiyeke Kurd a xiyanetê li nirxên Kurdîtiyê dike biafirîne, êrîşî Kurdên azadîparêz dike û ev tespît kir: "Êrîşên li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê me da destpêkirin, pêwendiya xwe bi serketinên gelê me bi pêşengiya tevgera PKK'ê bi dest ketin û serketina bloka demokrasiyê ya di şexsê HDP'ê de li siyaseta legal afirî, heye. Ji ber ku AKP û dewleta Tirk ji ber serketina HDP'ê ket nava panîkek mezin. Ji jihevketina sîstema dewleta Tirk a faşîst tirsiyan. Ev êrîşî encama wê panîkê ye. Ji ber ku AKP li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd dixwaze Kurdekî xiyanetê li nirxên Kurdîtiyê dike, biafirîne."
'REWAKIRINA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK, XIYANET E'
Huseyîn got, "Desteknekirin û xwedîderneketina li berxwedana gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, helweste exlaqî û însanî nîne. Di vê demê de hewldana rewakirina komkujiyên dewleta Tirk dike, xiyanet e" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Partiyên siyasî û rêveberiya Başûrê Kurdistanê divê bi dengekî bilind destekê bibin berxwedana Bakurê Kurdistanê. Pêwîste komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin bi zimanekî tund werin şermezarkirin. Eger helwesteke bi vî rengî ya neteweyî bê nîşandan, wê zxt li hêz û civaka navneteweyî bê kirin û ew ê jî li hemberî van komkujiyan helwestê nîşan bidin."
'EGER NABIN DESTEK BILA NEBIN ASTENG'
Enwer Huseyîn ji hêzên li Başûrê Kurdistanê re got, 'Eger hûn ji berxwedana li Bakurê Kurdistanê re nabin destek, nebin asteng' û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hêzên Başûrê Kurdistanê eger destekê nadin têkoşîna azadiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê, qet nebe bila dijminatiyê lê nekin. Eger di medya xwe de cih nadin berxwedanê, naxwazin bibînin, qet nebe bila bi zimanê dewleta Tirk nedin û berxwedanê reş nekin. Bêdeng bin çêtir e. Ya em ji wan dixwazin ev e. Petrol û gaza Başûrê Kurdistanê ji aliyê hin hêzan ve pêşkêşî dewleta Tirk tê kirin. Dewleta Tirk bi firotina vê petrolê re, di şerê xwe yên li hemberî gelê Kurd de çek û cebilxaneyê bi dest dixe. Evp olîtîka ji aliyê objektîf ve tê wê wateyê ku li cem faşîzma dewleta Tirk cih digirin."
'JI BILÎ BERXWEDANÊ RÊYEKE ÇARESERIYÊ NEHATIYE HIŞTIN'
Huseyîn herî dawî destnîşan kir, ku gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriyeke siyasî bi salan sebir kiriye, lê di rewşa heyî de ji bilî berxwedanê ti rê ji gelê Kurd re nehatiye hiştin û got, "Gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Birêz Abdullah Ocalan re, ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd, salên dûr û dirêj sebir dike. Lê belê bi awayekî vekirî xuya dike ku ti hewldaneke dewleta Tirk a ji bo çareseriya pirsgirêkê nîne. Ji bilî berxwedanê, rêyek li pêşiya gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê nemaye. Weke Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê dijîn, girîng e em li cem gelê li Bakurê Kurdistanê cih bigirin û bi her awayî destekê bidin."