Li Çewlikê leşkerên Tirk ji Qereqola Dolûçay ya nava gund gule reşandin û agir bi herêma daristan ket. Mehmet Yûrtseverê ku dibêje, di encama şewatê de eraziyê bitapo jî zirar dîtiye, serî li ÎHD’ê da. Yûrtsever destnîşankir ku, ewlekariya canê wan jî nîne, di derbarê rayedarên leşkerî de li dozgeriyê giliyê sûc kir.
Li bajarên Bakûrê Kurdistanê pêkanînên ku pêwîstî bi demê OHAL’ê neyî yek din jî lê zêde bû. Gundê Dolûçay yê girêdayî navçeya Azarpêt ya Çewlikê ji aliyê Qereqola Dolûçayê ve hate gulebaran kirin. Bûyer di 25’ê Tîrmehê li derdora demjimêrn 11.00’an rû da. Di encama gulebaranê de agir bi erazî û herêma daristanî ya nêzî gund ket. Agir di demjimêrên direngî şevê xwe bi xwe vemirî.
Gundiyê binavê Mehmet Yûrtsever diyarkir ku, di encama şewatê de eraziyê 10 donumî jî zirar dîtiye, her wiha serî li Şaxa ÎHD’ê ya Çewlikê da. Yûrtseverê ku ji komeleyê alîkariya hiqûqî xwest, aşkera kir ku, ewlekariya wan ya can û mal tuneye.
Yûrtsever da zanîn ku, beriya niha jî rastî bûyerên wisan hatine û wiha axivî: “Ez piştî şewatê çûme qereqolê, min jêre got ezê giliyê bikim. Ji min re gotin ‘Tu dixwazî biçî kuderê here’.”
Yûrtsever li gel Şaxa ÎHD’ê ya Çewlikê di derbarê rayedarên qereqolê de li Dozgeriya Çewlikê giliyê sûc kir.