Qereqol 24 saetan di bin çavdêriya gerîlayan de ne

Qereqol 24 saetan di bin çavdêriya gerîlayan de ne

Kontrola gerîlayan a li ser Şemizînanê berdewam dike. Artêşa Tirk nikare ji erdê ve bikeve herêmê, hema bêje di 24 saetan de gerîla qereqolên herêmê xistine bin çavdêriyê. Gerîla hemû liv û tevgerên qereqolên artêşa Tirk dişopînin û ne alîkariya locîstîk ne jî ya cebilxaneyê ji wan re nayê.

Gerîlayên HPG’ê ji 23’yê tîrmehêve li herêma navçeya Şemizînan a Colemêrgê dest bi “operasyona şoreşgerî” kirin. Bi vî awayî pêvajoyeke nû dest pê kir. Di vê çarçoveyê de herêmeke berfireh di bin kontrola gerîlayan de ye.

Gerîlayan piştî Şemizînanê, di 4’ê tebaxê de li navçeya Çelê jî li 19 hedefên leşkerên Tirk xistin.di vêçalakiyê de gerîlayan li ser herêma Çelê jî saz kir.

24 SAETAN KONTROL

Li gorî agahiyên herî dawî hatine bidestxistin, qereqolên li herêmê 24 saetan di bin kontrola gerîlayan de ne. Artêşa Tirk a ku li herêmê her roj operasyon li dar dixist, niha jî nikarin ji qereqolên xwe der bikevin. Qereqol 24 saetan di bin kontrola gerîlayan de ne.

Ji ber kontrolkirina qereqolan, ne alîkariya locîstîk û ne jî cebilxane ji qereqolan re nayê. artêşa Tirk nikare derbikeve derveyê qereqolan, ji bo girtina erzaq û cebilxaneyan sivîlan bi kar tînin. Ji dîmenên gihihiştine ber destê ANF’ê dixuyê ku qereqol di bin çavdêriya gerîlayan de ye.

LI NÎZAMIYEYÊ LI ŞÛNA LEŞKERAN MANKENÊN BÊ CAN...

Artêşa Tirk a ku di çalakiyên gerîlayan de gelek wendahî dide, vê carê jî li nîzamiye û cihên nobetê li şûna leşkeran mankenên bê can hatine bicihkirin. Bi vî awayî artêşa Tirk qereqolên xwe ji mankenên bê can re hiştin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan di hevpeyvîna 8’ê tebaxê dabû ANF’ê de bal kişand ser mijarê. Kalkan got; “Li herêmên bejahî artêş hatiye bisînorkirin, nema êdî dikarin ji qereqolan derbiekvin. Ne tenê li Şemizînanê, li Geliyê Zapê, li Zagros, Çîlo û Çareçela, gelek cihên din, ji Gostê heta Govendê di bin kontrola gerîlayan de ne. Artêşa Tirk nikare bikeve wan deran. Gerîlayan gelek qereqolan dorpêç kirine. An dê vebikişin, an jî dê teslîm bibin. Hin qereqol niha di vê rewşê de ne.”