Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TÎHV), rapora 5 mehên destpêkê yên 2012'an aşkere kir. Li gorî raporê di 5 mehên destpêkê de 3 welatî hatin kuştin, 179 welatî birîndar bûn, 2 hezar û 275 welatî hatin binçav û 562 kes hatin girtin.
Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TÎHV), daneyên navenda dokumantasyonê ya 5 mehên destpêkê ên 2012'an aşkere kir.
Li gorî raporê di 5 mehên destpêkê yên 2012'an de yek jê polîs 3 kes di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane û 179 kes birîndar bûne. Di nava 5 mehan de 2 hezar û 275 kes hatin binçavkirin û jê 562 kes birîndar bûne.
TÎHV'ê di raporê de anî ziman ku li gorî plana sitratejîk ya salên 2009 û 2013'an ya Midûriyeta Polîsan ya Giştî ya Polîsan, teknîka rêveberiyê ne kemasî ye û dijberî vê yekê rêbaza parastina nexweşiyê ye û wiha got: "Bi vê yekê sûcê ku polîs bike ji niha de hatiye parastin. Ji ber vê yekê her kes li ber çavê polîsan sûcdare."
TÎHV'ê da zanîn ku li gorî muayene, tetkîk û konsultasyonan, di encama ava şit ya bi mudaxeleya Maşîneyên Bûyerên Civakî (TOMA) de di beden û laşê mirovên bûne hedefa mudaxaleyan de tahrîbat û şikestinên mezin pêk hatine. Kesên bûne mudaxaleya erîşên ava şit di laşê wan de birîn çêbûne û gelek kes birîndar bûne. Kesek ji ber ava şit ket xwar û posê wî şikest. Kesek perdeya guhê wê qetiya û ker bû. Kesek hestiye kulêmeka wî şikest û gelek kesên din ji cihê xwe yên cuda birîndar bûn.
'POLÎSAN DI 5 SALAN DE 13 WELATÎ KUŞT'
TÎHV'ê da zanîn ku li gorî lêkolînên wê ji 14'ê Hezirana 2007'an heta niha piştî guhertina PVSK'ê 13 welatî ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Li Tirkiyeyê piştî Zagona Vazîfe û Selahiyetê (PVSK) di sala 2007'an de ket meriyetê heta niha di 5 salên dawî de 13 welatî bi guleyên polîsan hatin qetilkirin. Bi taybetî ji ber xala 16'an ya PSVK'ê ku erk u peywira polîsan zêde dike, polîsan bi hinceta li hişyariyên "şik", "guman" û "raweste" guhdar nekirine dest bi kuştina kir. Heta niha malbatên Baran Tursun, Şerzan Kurt, Aydin Erdem, Çagdaş Gemîk, Haci Zengin û bi sedan kesên li kolanan ji aliyê polîsan ve hatin kuştin û malbata Festus Okey ku li qereqolê hate kuştin bi bi sedan kesan doz vekir. Gelek polîsên bersûc rastî cezayê pir biçûk hatin û gelek polîsên bersûc jî beraet bûn.
Di sala 2008'an de 1, di sala 2009'an de 4, di sala 2011'an de 5, di 2012'an de 2 bi tevahî di 5 salan de 12 welatî li kolanan di mudaxaleyê polîsan de bi bombeyên gazê û êrîşan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di 27'ê gulana 2012'an de li navçeya Yalovayê Çayan Birben bi bombeya gazê jiyana xwe ji dest da. Li gorî BARANSAV'ê jî di 5 salan de bi tevahî 112 kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Ji van 112 kesan 24 kes li qereqolê hatin kuştin.
'ÇEKÊN GAZÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ NE'
TÎHV'ê da zanîn ku li gorî Peymana Cenevreyê çekên kîmyewî hatine qedexekirin, lê çekên gazê jî çekên kîmyewî ne û mirov ji ber van gazan jiyana xwe ji dest didin. TÎHV'ê da zanîn ku Tirkiye Peymana Cenevreyê binpê dike.
ÎŞKENCE DAKET KOLANAN
TÎHV'ê di raporê de destnîşan kir ku ji ber mudaxaleya TOMA'yê gelek welatî birîndar bûn û wiha cih da raporê: "TOMA 10 hezar litre su, 60 lître gaz, 60 litre boyax û 90 litre kev bar dikin. Bi van malzemeyan wekî têkevin nava şer mudaxale dikin. TOMA heta 25 metreyan bi hêl û şidda cm2 x 8,15 kilo avê davêje. Herî dawî Ayşe Al a 75 salî bi ava şit a TOMA'yê jiyana xwe ji dest dabû.