Qanûna li hember qaçaxçitiyê hate erêkirin
Meclîsa Zagonsaz a Kobanê di civîna xwe ya asayi de qanûna qedexekirina derxistina kesan û madeyên qaçax erê kir.

Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê civîna xwe ya 22‘an li hola civînan a meclîsa Zagonsaz li dar xist. Civîn ji aliyê Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz Nîhad Ehmed, Fewziye Ebdê, Endamên Meclîsa Zagonsaz Mihemed Seydî û Ibrahîm Eqîl û endamên meclîsê hat birêveberin.
Di civînê de qanûna 13‘an a taybet bi qaçaxçiyê ji hudur û derveyî kantonê û her wiha zererên vê yekê li ser aborî, mirovahî û ewlekariyê nîqaş hatin kirin.
Piştî nîqaşên berfireh yên meclîsê qanûna qedexekirina derxistina kesan û madeyên qaçax erê kir.
Qanûna ji 17 bendan pêk tê û li ser mekanîzmeya rawestandina qaçaxçitiyê bi awayekî ne rewa şîrovekirin. Kesên ku qaçaxçiyê pêk tînin wê ceza li wan were birîn. Her wiha ji mafê aliyê têkildar e ku kesên karê qaçaxçiyê dikin bigirin û radestê dadweriyê bikin, ji bo ku di derheqê wan de biryar were standin.
Piştî erêkirina qanûnê endaman li ser rewşa xizmetguzariyê, pirsgirêkên belavkirina mazotê û rewşa nan rawestiyan.