Navenda Ragihandinê ya Partiya Yekîtiya Dekomratîk (PYD) nerazîbûnek tund nîşanî îdîayên di çapemeniyê de li hemberî partiya belav dibin da û got; “Di vê pêvajoya ku partiya me ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hem li herêmê û hem jî li qada navneteweyî din ava hewldanên girîng de ye, hin derdorên xêrnexwaz, bi îdîayên pûç û bê bingeh li dijî me nûçeyên derew diweşînin. Bi vê yekê, dixwazin rola pêşeng ya PYD’ê di şoreşa aşitiyane ya hilweşandina rejîma Sûriyeyê û avakirina civakeke demokratîk asteng bikin.”
Navenda Ragihandinê ya PYD’ê bi rêya servîsa Erebî ya ANF’ê bersiv da îdîayên der barê partiya wan de û îdîayan derwand. PYD’ê got; “Yekane armanca me parastina mafê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û misogerkirina paşeroja gelê Kurd û Ereb li Sûriye”.
Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ser belgeya veşartî ya ku dewleta Tirk ji sefareta xwe ya bajarê Hewlêrê re şandî û tê gotin ji belgeyê aşkere bû ku armaca dewleta Tirk ne tenê têkbirina PYD’ê ye, berevajî hemû hewldanên wê ji bo astengkirina yekitiya neteweyî ya gelê Kurd e.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya PYD’ê de îşaret bi pêvajoya girîng a ku Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat kirin û wiha dewam dike; “ Di vê pêvajoya ku partiya me ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hem li herêmê û hem jî li qada navneteweyî di nava hewldanên girîng de ye, hin derdorên xêrnexwaz, bi îdîayên pûç û bê bingeh li dijî me nûçeyên derew diweşînin. Bi vê yekê, dixwazin rola pêşeng ya PYD’ê di şoreşa aşitiyane ya hilweşandina rejîma Sûriyeyê û avakirina civakeke demokratîk asteng bikin.
Navenda Ragihandinê destnîşan kir ku kesên kampanyaya reşkirinê li dijî partiya wan rê ve dibin, ji aliyê gelê Kurd ve weke mirovên têkçûyî têne binavkirin û wiha dawî li daxuyaniya xwe tîne; “ Em careke din, didin zanîn ku derbarê parastina sînorên Sûriye û Tirkiyeyê de tu hevdîtin di navbera partiya me û derdorên rejîmên de pêk nehatiye. Îdîayên ku di çapemeniyê de cih digirin bi temamî derew in. Çawa ku ji destpêkê ve em ne alîgirên vê rejîmê bûn, ji niha û şûn ve jî em ê nebin alîgir. Yekane armanca me parastina mafê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û misogerkirina paşeroja gelê Kurd û Ereb li Sûriye.”