Prz. Arkaş: Em li bendê bûn DMME biryareke heqanî û bêalî bide

Parêzer Armanc Arkaş diyar kir ku biryara DMME ya li ser cihên derketina derve lê hatine qedexekirin daye, xizmetê ji edaletê re nake û got, "Li van herêman, dewlet hemû xalên PMME binpê dike."

Parêzer Armanc Arkaş diyar kir ku biryara DMME ya li ser cihên derketina derve lê hatine qedexekirin daye, xizmetê ji edaletê re nake û got, "Li van herêman, dewlet hemû xalên PMME binpê dike."

Piştî ku serlêdana ji bo rakirina qedexeya derketina derve ya rê li ber komkujiyan vedike ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat redkirin, parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Lê belê DMME jî têkildarî qedexeyan de biryara tedbîrê negirt.

Parêzer Armanc Arkaş nerazîbûn nîşanî vê biryara DMME da û got, "Ji ber ku encamên me yên li herêmê bê encam ma, di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ya ku Tirkiye jî aliyekî wê ye, me çend caran serî li DMME dan. Em li bendê bûn ku nirxandineke bêalî û heqanî bê kirin, lê belê DMME ev serlêdana me ya ji bo mafên mirovan gelekî girîng e, red kir."

Arkaş diyar kir ku di bin navê qedexeya derketina derve de, mafê jiyanê, mafê stargehê, mafê destnedana malan, mafê perwerdeyê û gelek mafên destûra bingehîn ên mirovan hatine binpêkirin û got, "Bi redkirina wergirtina biryara tedbîrê re DMME careke din nîşan daye ku çiqasî ji qada mafên mirovan dûr ketiye, ji bo parastina mafên sivîlan bi taybetî jî parastina mafên Kurdan çiqasî bi heqanî tevnagere. Ev biryar xizmetê ji edaletê re nake."

DEWLETÊ HEMÛ XALÊN PMME BINPÊ KIR

Parêzer Arkaş da xuyakirin, ku li cihên derketina derve lê hatine qedexekirin, hemû xalên PMME hatine binpêkirin û got, "Weke hiqûqnasekî mixabin nikarim bêjim ku ev biryar hiqûqî ye. DMME di biryara xwe de diyar kir ku eger daxwaz bê kirin, wê hin encam rû bidin, lê belê di heman demê de ew ji hikûmetê bawer dikin. Ya ku di vir de DMME nabîne ew e ku ev daxwaz li qada siyasî bê bandor e. Bi kurt û kurmancî mirov dikarin bêjin ku rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê bû asteng kir ku DMME ji aliyê hiqûqî ve biryara tedbîrê werbigire."

ME SERÎ LI GELEK SAZIYÊN DIN JÎ DAN

Arkaş da zanîn, ku têkildarî qedexeya derketina derve, ne tenê li DMME wan ji ber rewşa lezgîn serî li gelek saziyên navneteweyî dane û xwestine dest li rewşê werdin. Arkaş got, "Her çend DMME daxwaza me ya wergirtina tedbîrê red kiribe jî, weke hiqûqnas em hêviya xwe ji dest bernadin û em ê serlêdanên xwe bidomînin. Ya ku niha diqewime, ne tenê binpêkirinek li qadekê ye. Li gelek qadan mafên mirovan û hiqûq tên binpêkirin. DMME yan jî saziyeke din a navneteweyî serlêdanên me îro red bikin jî, em bi hêvî ne ku di rojên pêş de encamê werbigirin."

Parêzer Arkaş da xuyakirin, ku sedema ji nedîtî hatina raya giştî ya Ewropa û navneteweyî ew e, ku naxwazin krîza penaberan bijîn.

Arkaş di dawiya axaftina xwe de banga diyalogê li aliyan kir û xwest, şer bi dawî bibe, aramiya naxweyî pêk were.