Protestokirina qetlîaman li Taxa Gaziyê rastî êrîşa polîsan hat

Gelê ku ji bo protestokirina qetlîaman û dorpêça li ser Kurdistanê û êrîşên polîsan ê li ser Mala Cem a li Taxa Gaziyê rastî êrîşa polîsên Tirk hatin. Di navbera ciwanan û polîsan de şer derket.

Gelê ku ji bo protestokirina qetlîaman û dorpêça li ser Kurdistanê û êrîşên polîsan ê li ser Mala Cem a li Taxa Gaziyê rastî êrîşa polîsên Tirk hatin. Di navbera ciwanan û polîsan de şer derket.

Li ser banga piştgiriya Sûltangaziyê ji bo protestokirina dorpêç, êrîşên li ser Kurdistanê û dorpêça polîsên Tirk ên li ser Mala Cemê ya li Taxa Baziyê ya navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê rastî êrîşa polîsan hatin. Girseya ku ji Federasyaon Elewiyên Bektaşî, komeleya Pîr Sûltan Abdal, Komaleya Elewiyên Demokratîk, Mala Cemê ya Pîr Sûltan Abdal a Sûltangaziyê û gelek saziyên Elewî û nûnerên rêxistinan jî cih girtin, li pêşiya avahiya qereqola berê ya Taxa Gaziyê kom bûn.

Girseya ku pankartên “Li dijî dorpêça li Cizîr, Sûr û Gaziyê tu jî li ber xwe bide, dorpêçê bişkîne”, “Berpirsyarê qetlîaman AKP’ê, em ê hesab jê bixwazin” vekirin bi dirûşmên “Em Elewî ne, bi maf in, em ê bi ser kevin”, “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” û “Bi êrîşan nikarin gavan bi me bidin avêtin” ber bi xaçerêyê ve ketin meşê. Polîsên ku nikaribûn li pêşiya meşê bibin asteng, bi ava şid, guleyên lastîk û bombayên gazê êrîşî girseya ku di nav de pîrên Elewiyan jî hebûn kir. Li ser êrîşa polîsan ciwan ketin  xweparastinê û bi keviran bersiv dan êrîşan.”

Şerê  di nava kolanan de belav bû, hê jî didome.