Prof. Dr. Onder: Çend sedemên nerazîbûna Erdogan hene

Ji 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' Prof. Dr. Onder diyar kir ku Erdogan dixwaze yên li hemberî xwe bişikîne û da zanîn ku divê nerazîbûneke xurttir li hemberî terora dewletê were nîşandan.

Ji 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' Prof. Dr. Onder diyar kir ku Erdogan dixwaze yên li hemberî xwe bişikîne û da zanîn ku divê nerazîbûneke xurttir li hemberî terora dewletê were nîşandan.

'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' yên ku kampanya îmzeyan bi serenavê 'Em ê nebin şirîkê vî sûcî' dan destpêkirin û li dijî terora AKP'ê ya li Kurdistanê derketin, di hedefa Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê de ne. Çend ji van akademîsyenan rastî gefa çeteyan jî hatin, ji wezîfeya xwe hatin girtin.

Prof. Dr. Îzzettîn Onder daxuyanî da ANF'ê û anî ziman ku wî danezana 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' ya li ser terora dewletê ya li Bakurê Kurdistanê xwendiye û bi vî rengî mora xwe daniye binî. Prof. Dr. Onder ev xal destnîşan kir:

'MIN DANEZAN XWEND Û MORA XWE DANÎ BINÎ'

"Min danezan xwend, bêguman ez nikarim bêjim min hemû hevokên wê yek bi yek eciband, lê belê ez ne li dijî bûm. Dikarîbû hîn baştir, ku hîn bêhtir bi ser bingeha mijarê de biçe, bihata nivîsandin. Di vê danezana ku gelek mirovên ji hev cihê mora xwe danîne binî, bêguman her kes xwedî îtirazeke biçûk in, lê ya girîng ruhê vê danezanê ye. Ev ruh jî ew e ku divê dewlet di çarçoveya hiqûqê de tevbigere û bi erêkirina nûnerên gel-parlamentê- tevbigere."

Mîna her şerî, di destwerdanên zehmet ên şer û pevçûnan de, karên asta jêrîn bêguman di cih de dibe ku nikaribe yekser were kontrolkirin, lê belê ji bo selametiya welatiyan, divê ji yên xwedî helwestên şaş, bi rêya hiqûqî hesab were pirsîn. Ti ji van nayê kirin."

ERDOGAN ÇIMA EWQASÎ NE RAZÎ YE?

Prof. Dr. Onder, sedema êrîşên Serokkomar Erdogan ên li hemberî wan, bi vî rengî şîrove kir:

"Çend sedemên nerazîbûna Erdogan hene. Ya yekemîn; bûyerê weke dijderketin û destwerdana li xwe û polîtîkayên şer ên xwe, dibîne. Ya duyemîn jî ev bûyer weke mînakek îsyana Gezî dît û li wan kêliyên xwe yên bi tirs vegeriya. Ya sêyemîn; nexwest komkujiya DAIŞ'ê mîna Rojavayiyan mezin bike û bi vê yekê re ji ser bûyerê re derbas bû. Ji ber gelek sedeman naxwaze zêde li ser DAIŞ'ê bisekine; petrol, bingeha Misilmanan an jî tirs... Ya çaremîn bi vê bûyerê re dixwaze civata akademîk bitepisîne."

'NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ TERORA DEWLETÊ, KÊM E'

Prof. Dr. Îzzettîn Onder da xuyakirin ku nerazîbûna li hemberî terora dewletê têrker nîne û anî ziman ku Erdogan bi rêya şikandinê re dixwaze yên li hemberî xwe ji hev bixîne.