Polîsên Tirk li Amedê êrîşî xwepêşandana şermezarkirina komployê kirin

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girseya gel li Amedê meşiya. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin.

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi sedan kes li meydana Batikent a Amedê li hev civiyan.

Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kir, lê belê polîsên Tirk li kolana Emekê êrîşî gel kirin.

Li hemberî êrîşa bi ava şid û gaza îsotê ya çavan dişewitîne, ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî dest bi xweparastinê kirin.

Li taxê bi dehan TOMA û maşînên zirxî digerin. Li nava kolanan şer dewam dike.