Polîsên Tirk êrîşê cenazeyê gerîla Andok kir

Polîsên Tirk êrîşê cenazeyê gerîla Andok kir

Polîsan êrîş li merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ramazan Yilmaz ê ku di çalakiya li dijî Midûriyeta Polîsan a Pinarbaşiyê de jiyana xwe ji dest da kirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ramazan Yilmaz (Andok Farqîn) li gel hemû astengiyan anîn navçeya Farqînê ya Amedê. Cenazeyê Yilmaz piştî li Mizgefta Haşo ya Farqînê vecîbeyên olî hatin bicih ji aiyê girseyê ve hate girtin û ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin. Piştî demeke kin ji aliyê panzeran ve bi ava şid êrîş li girseyê hate kirin. Girseyê jî bi kevir û molotofan bersiva polîsan da û barîkata polîsan şikand û meşa xwe ya ber Goristana Şehîdlikê ve berdewam kir. Di mudaxeleyê de di nav de gelek zarok jî hene bi dehan kes li ser hişên xwe çûn. Di meşê de girseyê sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Di navbera polîs û girseyê de carna pevçûn berdewam dike û beşek girseyê jî Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yilmaz dispêrin axê