Ji bo wergirtina 23 birîndarên li jêrzemîna avahiya sêyemîn a li taxa Sûrê ya Cizîrê asê man e, ku duh 22 hevalên wan bi hovane ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, gel ket ser rê.
Xizmên birîndarên li avahiyê û parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî di nav de nêzî 50 kes li ber avahiya Şaredariya Cizîrê li hev civiyan.
Girseya gel dema ber bi taxa Sûrê ve dest bi meşê kir, hêzên dewleta Tirk bi maşînên zirxî yên bi tîpa kobra û TOMA pêşî li wan girtin.
Gel xwest bimeşe ji bo wergirtina birîndaran, lê belê polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîş kirin. Ji ber bandora gazê gelek kes ji ser hişê xwe çûn.
Meşvan neçar man vegerin derdora Şaredariya Cizîrê.