Polîsên Tirk avêtin ser Şaredariyên Heweng û Milazgirê

Polîsên Tirk avêtin ser Şaredariya Heweng a Rihayê û Milazgir a Mûşê.

Polîsên dewleta Tirk avêtin ser Şaredariya DBP'yî ya navçeya Heweng a Rihayê. Polîsan bi maşînên zirxî û kûçikan avêtin ser avahiyê û xebatkar ji avahiyê derxistin. Polîsan bi qasî 2 saetan li mala Hevşaredar Zeynel Taş lêgerîn kirin.

Piştî ku Şaredariya Pirsûsê bi biryarnameya AKP'ê bi rêya qeyûm hat desteserkirin, Waliyê Tirk ferman da bû ku divê Şaredariyên DBP'yî yên navçeyên Heweng, Xelfetî û Wêranşarê hemû biryarên xwe bi qeymeqaman bidin erêkirin. Şaredariyan jî ev biryar nas nekiribûn û biryarên xwe bi qeymeqaman nedabûn erêkirin. Ji ber vê astengiya walîtiya Tirk, xizmeta şaredariyan sekinî bû.

Polîsên Tirk piştî lêgerînê ji avahiyê derketine û ji bo mufetîşên walîtiyê lêkolînan bike, odeyeke şaredariyê ji xwe re amade kirine.

HEVŞAREDARÊ MILAZGIRÊ HAT BINÇAVKIRIN

Li Mûşê jî polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser Şaredariya navçeya Milazgirê. Hevşaredar Halîs Coşkûn hat binçavkirin. Lêgerîna li avahiya şaredariyê dewam dike.