Polîsan xwestin wesayîta cenaze wergerînin şerampolê!

Malbata Nersel ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û rêveberên MEYA-DER'ê yên cenaze anîn Amedê, rastî tacîza polîsan hatin. Malbatê û rêveberiyan diyar kirin ku polîsan hewl dane wesayîtê wergerînin şerampolê.

Malbata Nersel ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û rêveberên MEYA-DER'ê yên cenaze anîn Amedê, rastî tacîza polîsan hatin. Malbatê û rêveberiyan diyar kirin ku polîsan hewl dane wesayîtê wergerînin şerampolê û çek li wan kişandine.

Cenazeyê Hasan Nerse (17) ê ku li navçeya Şirnex Cizîrê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û dema malbatê û rêveberên MEYA-DER'ê ji bo otopsiyê dibirin Amedê di rê de rastî tacîza polîsan hat. 

Wesayîta cenaze serê sibehê ji Cizîrê bi rê ket û di rê de her tim ji aliyê wesayîtekî sîvîl a polîsan ve hat şopandin. Bavê Nersen Hecî Nersen diyar kir ku di rê de her tim polîsan ji bo wesayîtê wergerînin cih li wan teng kirine û gelek caran tehlûkeya qezayê derbas kirine.

POLÎSAN ÇEK LI RÊVEBERÊN MEYA-DER'Ê KIŞANDIN

Piştî bavê Nerse rewş ji rêveberên Şaxa MEYA-DER'ê yên Amedê re gotin rêveberên komeleyê çûn Bîsmîlê û li ser rê li benda wesayîta cenaze man. Piştî pêşwazîkirinê jî polîsan tacîza xwe berdewam kirin. Rêveberê Şaxa MEYA-DER'ê Kasim Pervane diyar kir ku polîs ketin pêşiya cenaze û wiha got: "Wesayîta polîsan her tim wesayîta me derbas dikir û derdiket pêşiya me. Bi vê yekê dixwestin wesayîtê di rê de biqulipînin. Piştî demek kin mayî ji bo em bigihijin navenda Amedê ji nişkave wesayîta polîsan derket pêşiya me û rawestiya. Di vê demê bi zorê min wesayîtê ji qulibînê xilas kir. Polîsên sivîl ên di destên wan de keleş heyî çek li me kişandin û heya cem me hatin. Dema me nerazîbûn nîşan dan, ji min re got, 'Dest ji cenaze berbidin ew karê we nîn e'. Piştî gefan careke din li wesayîtên xwe siwar bûn. Me jî cenaze anî nexweşxaneyê.

Cenazeyê Nerse ji bo otopsiyê li Nexweşxnaeya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl tê sekînin û hînê dozger nehatiye. Malbata Nerse nerazîbûn nîşanî vê yekê da.